Arşîv

Rojek Ji Jiyana Akademiya Raman A Star

Bi armanca danasîna dewreya ‘Şehîdên Meha Gulanê’ ya ku di binesaziya Akademiya Raman a Star ya ku di 30’ê Gulanê de hatî dest pêkirin, me şopand û têkîldarê rêveçûna perwerdê me mikrofona xwe dirêj endamên akedemiyê kir.

Akdemiya Raman a Star di 3’ê Sibata 2012’an de li bajarê Dêrikê ji hêla Kongreya Star ve hate avakirin, di 2013’an de li Rimêlan jî navendeke xwe avakir. Di 30’ê gulanê de bi tevlîbûna 27 jinan ji Kantona Cizîrê ji endamên komîn, meclis û saziyan, dewreya ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hate dest pêkirin. Di dewreyê de waneyên îdeolojîk, rastiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, dîroka Kurdistanê, dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê, Jineolojî, Rêjîma Heqîqetê, şerê taybet û hwd. perwerdeyên ku ji bo pêşxistina jinan hatine diyar kirin, têne dîtin.

Di sîstema perwerdeya Akademiya Raman a Star de, rojbaş ji saet 6’an hate dayîn. Jin bi rojbaşiyeke germ ku li hev kirin, derbasî baxçeyê Akademiyê bûn. Rêveber û endamên dewreyê bi hev re werzîş kirin. ku werzîş bi dawî bû, derbasî kamelyayê bûn û bi hev re di nav sohbeteke xweş de têşta xwe xwarin. Di saet 7:30’an de wane destpê kir. Di salona dersdayînê de dersa şerê taybet ji hêla Arjîn Irmak ve hate dayîn. Endamên akademiyê bi baldarî li waneyan guhdar dikin. Navbera yekê piştî 45 deqeyan hate dayîn û di navberê de komisyona dersê û endamên perwerdeyê li ser mijara wê rojê nîqaşên cûrbecûr kirin. Her navber bi qasî deh deqîqeyan dirêj kir.

Di vê navberê de erkdarên rojê ku her roj du kes ji endamên dewreyê bi hev re dibin erkdar, di nav amedekariyek lez û bez de bûn. Erkdarên wê rojê xwarin amede kirin û bi karên xwaringehê re mijûl bûn.

Piştî amadebûna xwarinê, endaman di navbera nîvro de firavîn xwarin, di amedekirina sofrê û rakirinê de, her wiha şuştina firaxan de alîkariya hev kirin. Paşê careke din derbasî salona derse bûn. Danê nîvro jinan, mîkankên bandora şerê taybet di jiyana xwe de anîn ziman û nîqaşeke dûr û kûr dest pêkir. Perwerde heya êvarê seat 5’an dirêj kir. Endamên perwerdê piştî navber hate dayîn, bi kêfxweşî stranên gelêrî gotin û govend gerandin. Endamên dewreyê nêrînên xwe derbarê vê dewreyê û xalên ku fêr bûne, anîn ziman.

‘Rêber Apo çand û dîroka me bi me da nasîn

Berdevka Mala Jinê ya taxa Bişêriyê girêdayî bajarê Qamişlo, Hediye Mihemed ku cihê xwe di dewreyê de digire, da zanîn ku ev 18 rojin dest bi perwerdeya xwe kirine û wiha pê de çû: “Ez wek endamek Kongra Star tevlî vê perwerdeyê bûme da ku çanda xwe nas bikim. Me berî niha gelek perwerde dîtine, lê me ji vê perwerdeyê hîna zêdetir sûd girtiye. Zanebûna ku em ji vê perwerdê digrin pir in. Gotin di cih de bû em ji mala xwe bi agahî û lêhûrbûneke lewaz hatin, lê bi agahiyan tejî em ê vegerin malê. Gelek kesan xwe kirin rêber, lê çanda me bi me nedan naskirin. Rêber Apo çand û dîroka me bi me da nasîn, îro şagirtên Rêber Apo waneyên dîrok û çandê didin me û rastiya me ya ku hatiye wendakirin careke din ji me re didin nasîn. Me jî gelek sûd ji vê perwerdeyê girt, dest pêkê me dîroka Kurdistanê, rastiya Rêbertî, civaka xwezayî û hwd. çanda me ya windabûyî dît. Bi rêya vê perwerdeyê me ev hemû nas kirin. Piştî bidawîbûna perwerdê em ê van agahiyan tev bi gel re jî parve bikin. Çavên her kesê li endmên perwerdê ne, ji ber wê divê em li gorî baweriya wan bin û di rêya rast van agahiyan bighînin wan. Divê em hemû endamên perwredê jî keda ku bi me re hate dayîn jê re bibin bersiv.”

Rêveberiya Mala Jinê ya gundê Amrê ya girêdayî Çilaxa Beda Temo jî wiha got, “Mebesta me ya sereke ji tevlîbûna vê perwedeyê ew bû ku em dîroka xwe û taybet dîroka jinê baş nas bikin. Em ji demên civaka xwezayî heta roja me ya îro agahiyan bizanin. Di perwedeyê gelek waneyên giring wekî dîroka Kurdistanê, civaka xwezayî, dîroka jinê û hwd. hatin dayîn. Berî vê perwerdeyê me nizanîbû bav û kalên me di dîrokê de çi kirine. Lê piştî naskirina dîrokê, me komkujiyên ku bi serê gelê kurd de hatine, her wiha berxwedanî û qehremantiya gelê kurd li dijî van komkujî û êrîşan jî baş fam kir.”

Rûken Dêrik

 

 

Back to top button