`Komxebata ku NRLS`ê li Qamişloyê bi sernava “Koçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedem encam, pênşiyar û tedbîr” bi beşdariya 100 siyasetmedarên Kurd, Suryan, Ereb, rêxistinên jinan, Kurdistaniyan, saziyên lêkolînan li dar ketiye, didome.
Piştî pêşandana sînevîzyonekê li ser koçberiyê û spotekê, rûniştina yekemîn bi navnîşan “Koçberî, koçberkirinê, sedem û encamên wê li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê” ji aliyê hiqûqnas û çalakgera siyasî Ebîr Hesaf ve dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo, hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Reqayê Cîhad Hesen û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Dr. Salih El Zewba nêrînên xwe di rûniştinê de parve kirin.
Şîraz Hemo behsa koçberiya civakî û derûnî, zaîfbûna endamtiyê, rola koçberiyê û guhertina demografiyê di helandina çandî de, kir.
Şîraz wiha domand: “Pergala dijminane, bi tevahî rêbazan hewl didin mirov ji nasname, rastî, çandê dûr bixin û ji bo wê faktora aboriyê bi kar tînin û mirov neçar dikin ku dev ji welatê xwe berde û civak û nirxên xwe dûr keve.
Cîhad Hesen jî îşaret bi siyaseta koçberkirinê kir ku pergalên dijberî Rêveberiya Xweser bi rêya êrişan û şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin, her wiha balkişand ser encamên neyînî yên koçberiyê li ser mijarên siyasî, leşkerî û guhertina demografiyê û wiha domand: “Ji 2010`an ve, li dijî gelê me siyasetên kirêt hatin meşandin ji bo ku koçber bibe. Dewleta Tirk a dagirker roleke sereke tê de lîst. Bi rêya ragihandinê bera ciwanan kişandin ber koçberiyê ji bo ku herêmê vala bikin, şênî tirsandin. Armanca sereke jî projeya demorkatîk a li herêmê ye ku bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû.”
Her wiha Salih El Zewba îşaret bi aloziya aboriyê û rola wê di diyardeya koçberiyê de kir bi taybet kesên xwedî tecrube û çawa çûyîna wan bandor li aboriya herêmê dike.
Zewba wiha domand: “Li dijî sektora aboriyê ya Sûriyeyê, siyasetên sîstematîk li dijî Sûriyeyê hatin meşandin, kargeh hatin dizîn û wêrankirin. Li herêmê planên stratejîk tune ne, jêderên aboriyê bê rêk û pêk tên serfkirin. Bazirgan keysbaziyê dikin, herêm xwe dispêre kelûpelên ji derve tê. Qanûna Qeyser jî bi awayekî mezin û neyînî bandor li herêmê me jî kir. Ev tev bûn sedem ku koçberî dest pê bike.”
Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe der barê mijarên rûniştina yekemîn de parve kirin.
Rûniştina duyemîn a bi sernav “Çareserî, pêşniyar û tedbîrên pêwîst ji bo sivikirina koçberiyê” wê ji aliyê endamê Nivîsgeha Lêkolînên Suryan Malik Esmer ve dest pê bike.
Rûniştina duyemîn a komxebata Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Qamişlo bi nîqaşan dewam kir. Di rûniştinê de girîngiya zanabûna civakî, fikrî û perwerdehî hat nîqaşkirin. Her wiha di rûniştinê de bal li ser tedbîrên aborî û rola saziyên siyasî, civakî, ewlehî û qanûnî di bidawîkirina koçberî û koçberkirinê de hat kişandin.
Endamê Navenda Stratejîk a Suryanî Malik El Esmer rûniştin bi rê ve bir, di rûniştinê de endamê NRLS’ê Welîd El Şêx, nivîskar û lêkoler Ebdulwehab Pîranî û bi rêya Zoomê lêkolerê aborî Çeleng Omer beşdar bûn.
Welîd El Şêx da zanîn ku pêwîstî bi sekna li hember siyasetên zulmê û şerê li dijî nasnameya çandî, fikrî û civakî ku rejîmên çewsîner ên Kurdistan dagir kriine, heye.
El Şêx bang li wêjevan, rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî kir ku rola xwe di pêşxistina nasnameya nîştimanî de bilîzin û li dijî terora fikrî û nijadperestiyê bisekinin.
Di beşa duyemîn a rûniştinê de, Ebdulwehab der barê rola saziyên siyasî, rewşenbîrî û qanûnî de di rêgirtina li ber koçberiyê de wiha axivî: ” Tevgera azadiya Kurdistanê xwedî li erkê xwe derket û ciwan hembêz kirin, nexasim ku ciwan beşa civakê ya herî zêde koçber dibin.”
Li aliyekî din jî lêkolerê aboriyê Çeleng Omer bal kişand ser tedbîrên aborî ku pêwîst e Rêveberiya Xweser wan bigire da ku rê li ber koçberiyê bigire û got: “Pêwîst e Rêveberiya Xweser destekê bide saktora aborî ya berhemdar di serî de saktora çandiniyê. Her wiha pêwîst e pîşesaziyê bi pêş bixe da ku ev saktor bigihîjin asta xwetêrkirinê.”
Omer diyar kir ku dive bi rêya çasksazkirinên siyasî û aborî bi beşdariya civak û beça teknoqiratiyê û avakirina pergala hesabxwestinê, gendelî were bidawîkirin.
Di dawiya komxebatê de daxuyaniyek hat xwendin.
Encamname:
Diyardeya koçberî û koçberkirinê metirsiyê dide ewlehiya mirovî û hebûna civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Koçberkirina bi darê zorê ya ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên girêdayî wê li deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, sûcên dermirovî ne, wek sûcên qirkirina komî, sûcên şer, binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî tê pênasekirin.
Divê koçberiya bi darê zorê ku dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî şêniyên resen li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin were şermezarkirin.
Pêşniyar:
Ev pêşniyar ji bo raya giştî, saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ne:
Bang li Rêveberiya Xweser dikin ku ji bo krîza debarê û karesata ziwabûnê bersiveke kalîte bide, tevahî civakê, zanyar, aborînas, sendîqe û yekitiyên pîşesazî beşdar bike da ku rewşa debarê baş be.
Bang li aliyên muxalifî Rêveberiya Xweser dikin ku rexneyên avaker bikin û xîtaba nefretê di aliyê siyasî ya herêmê de bi dawî bikin.
Bang li saziyên hiqûqî, alîkarî, nevneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û ji bêdengiya xwe ya li hember zêdegavî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, derkevin.
Bang li keç û xortên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku koçber nebin, bi xaka xwe ve girêdayî bin û bang li penaberan dikin ku vegerin warê xwe.
Divê navendên fikrî û zanistî yên taybet bi lêkolînên koçberiyê û belgekirina proseyên koçberiyê ji kesên pispor werin avakirin.
Bang dikin ku qanûnên Rêveberiya Xweser derdixe pêk werin, bi taybet ên der bare têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya microvan da ku koçberî were sînordarkirin.