Arşîv

Şandeya Baskê: Em ê zanist û pisporiyê bi jinên Bakurê Sûriyeyê re parve bikin

Şandeya ji herêma Baskê ku serdana Kobanê kir, diyar kir ku ew hewl didin zanist û pisporiyê bi jinên Bakurê Sûriyeyê re parve bikin.

Şandeyek ji herêma Bask serdana Kobanê kir û rewşa bajar û saziyên jinan ji nêz ve şopand.

Şande ji lêkolînera civakî Stera Garsiya û endama meclisa bajarê Durango yê Bask Aydr Badîla û gelek rojnamevan, hiqûqnas û mamosteyan pêk hat. Der barê armanca serdana xwe de endamên şandeyê ji ajansa me re axivîn.

Nûnera Tevgera Jinan a Herêma Baskê Esther Martin wiha got: ʺArmanca me ji serdana Kobanê ew e ku em rewşa jinan di aliyê siyasî, rêxistinî û civakî de ji nêz ve bişopînin.ʺ

Esther Martin bal kişand ser gavên ku jinan li Bakurê Sûriyeyê avêtine û tekez kir ku tecrubeya sîstema hevserokatiyê tecrubeyeke serkeftî bû û gaveke bingehîn a azadiya jinan e.

Esther got wan gelek hevdîtin kirine û bi rêya wan hevdîtinan rewşa jinan û bi taybet pêşketinên wê piştî Şoreşa Rojava nas kirin.

Endama meclisa bajarê Durango yê Baskê Aydr Badîla jî got wan bi gelek nûnerên saziyên jinan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hevdîtin kirin û pêşketinên jinan û bidestxistina azadiya xwe bi çavên xwe dîtin û wiha pê de çû: ʺEm hewl didin zanist û pisporiyê di hemû aliyan de bi jinên Bakurê Sûriyeyê re parve bikin.ʺ Di dawiya axaftina xwe de, Badîla got ew ê destekê bidin projeyên pêşxistina jinan.

(ANHA)

Back to top button