Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û Kongra Star merasîma bîranîna 335 şehîdan û 65 şehîdên Serêkaniyê ya dagirkirî li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist.
Şehîd di mehên Mijdar, Kanûn û Çileyê de, di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne.
Di merasîmê de şehîd Viyan Soran a ku di 2’yê Sibata 2006’an de ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe xist, hat bibîranîn.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û endamên partiyên siyasî beşdar bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Îd Şerqî hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Em ji xayînan re dibêjin ku em serî natewînin û em ê rêya şehîdan bişopînin.”
Endama Kongra Star Peyman Efrîn der barê têkoşîna şehîd Viyan Soran de axivî û got: “Viyan her tim li hember zilmê serhildêr bû, gel û rûmeta xwe diparast û hemû cûreyên zordariyê red dikir. Di sala 2006’an de Viyan Soran ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe xist.”
Her wiha, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê got: “Em di şexsa şehîd Viyan Soran de 335 şehîdên ku li hember rêxistinên terorîst û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo parastina xak û rûmeta xwe tê koşiyane, bi bîr tînin.”
Di dawiya merasîmê de bi sînevîzyonekê wêneyên 335 şehîdan hatin pêşkêşkirin û bal li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat kişandin.