Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27’ê Çileyê de bi dirûşma ”Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin û rêxistina xwe ava bikin”, civîna xwe ya salane li dar xisti bû. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê biryarên di civînê de hatin girtin û plansaziya hate danîn wiha ye:
“* Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi pêşengiya Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiyayê wê meha Sibatê bê lidarxistin.
* Nameyên ku ji aliyê jinên Kurd, Ereb û Êzîdî ve bên nivîsandin ji bo Rêbertî bê komkirin û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re wekî berga duyem bê çapkirin.
* Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk li welatên Rojhilata Navîn kar werin meşandin.
* Li Helebê avakirina komîteya dîplomasiyê.
* Çêkirina dosya li ser jinên pêşeng ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin û ji aliyên peywendîdar re bê rêkirin.
* Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê, paşê komkirina van lêkolînan û ji hêla komîteyekê ve ser bê sekinandin û li gorî wê çareserî bê peydakirin.
* Xurtkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê.
* Di vê salê de vekirina 3 dewreyên perwerdeyê yên biranşan. Her wiha vekirina 3 perwerdeyên li ser kuştina zihniyeta zilaman di nava vê salê de.
* Meclîsa Jinên Êzidî di asta Sûriyeyê de bê berfirehkirin.
* Li gor pêwîstiyan vekirina malên parastina jinê.
* Li hember dagirkeriya dewleta Tirk, li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rêzeçalakî bi pêşengitiya jinê bê lidarxistin.
* Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.
* Li hemû komîn, tax, bajarok û bajaran perwerde li ser danasîn û rêziknameya Kongra Star bê dayin.”