Arşîv

15’ê tebaxê vejin û berxwedan e!

 Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê kurd de vegotineke dîrokî ye dîrokî ye ji bo gelê kurd.  Rêvebera Kongireya Star ya Herêma Firatê Almaz Ronî jî bi vê armancê bandora pêngava 15’ê tebaxê li ser jinê de diyar kir û bandora erênî ya 15 tebaxê li ser civakê didome.”
Rêvebera Kongireya Star ya Herêma Firatê Almaz Ronî ya ku di salvgera 34’emîn a Pêngava 15’ê tebaxê de axivî diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê  rêheval  Egîd ê ku fermandarê mezin ê tekoşîna gerîla ye, rêhevalên pakrawan ên ku van rojên bi rumet afirandine û ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kirine û rihê ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re hatiye afirandin her roja ku derbas dibe hîn zêdetir pêş dikeve.”
Almazê anî ziman ku Gelê Kurd bi vê pêngavê re şoreşa neteweyî, siyasî û çandî pêk aniye û wiha dirêj da axaftina xwe: ” Şoreşa Rojava ya Gelê Kurd têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar kir û ev jî berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Eger îro bi mîlyonan mirov li derdora felsefe û fikrên Rêber Apo kom dibin, ev hemû encama vê pêngavê û dilsoziya bi kesên ev pêngav pêk anîne re ye.”
‘Pêngav bandora xwe berdewam dike’
 Alamaz  15`ê Tebaxê li hemû jinan û gerîlayan pîroz kir û wiha got: “Pêngava 15`ê Tebaxê roj bi roj bandora xwe zêde dike.  Gava yekemîn ya gelê kurd, ew e ku fişeka yekemîn di pêşengtiya fermandar Şehîd Egîd  li hemer dagirkeyiyê hat avêtin. Piştî vê jî xebateke rêxistinî, siyasî, civakî û hunerî hat avakirin. Di nav wê tevgerê de jî rastiya tekoşîna ku bûye civakî û feraseta azadiyê yê ku tevahî gelan bandor dike derxistiye holê.”
 ‘YPJ jî li ser mîrasa 15’ê tebaxê hat avakirin’
Almazê destnîşan kir ku li ser şopdariya Şehîd Egîd gelek tevgerên jinê hat avakirin, Yek ji wan hêzan jî paristina jin (YPJ) bû ku rolekê girîng di şerê Rojava de lîst û got: “Rojava li ser destên jina kurd ji destên qirêj hat rizgarkirin. Her wiha canfedayên weke Arînan û Barînan jî  gelê xwe dema  ku wê rizgar bikirina û derxistina rastiyê xwe feda kirin.”
`Bandor pêngava 15`ê tebaxê li ser netewên cuda jî dike`
Almazê di dawiya axavtina xwe de jî wiha got: “Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê gelê me ji tinebûnê rizgar kiriye. Pêngavê rê li ber gelek pêşketinên girîng ên navneteweyî jî vekiriye. Beriya her tiştî Şoreşa Vejînê afirandiye. Li ser bingeha şoreşa ramanî, civakî û jinê. Civaka Kurdistanê ji nû ve afirandiye. Di destketiyên çar parçeyên Kurdistanê de roleke mezin ya Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê ger şerê li bakûrê Kurdistanê nebûya, îro destketiyên li başûrê Kurdistanê jî Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî wê nebûna.”
 (JINNEWS)
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27