Arşîv

Ji Kongreya 7’emîn a Kongreya Star biryarên girîng

Biryarên Kongreya 7’emîn a Kongreya Star de biryar der barê Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xebatên avakirinê, rehendên neteweya demokratîk, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Aborî, Komîteya Parastina Cewherî, Komîteya Dîplomasiyê, Komîteya Ragihandinê, Meclisa Edaleta Jin, Komîteya Kevana Zêrîn, Komîteya Tenduristiyê, Jinên Ciwan, Komîteya Siyasî, Komîteya Şaredariyan û jineolojiyê de biryar ji bo qada civakî hatin dayîn. Her wiha partiyên siyasî wekî Partiya Hadasê, Desteya Netewî ya Ereb, Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad, Partiya Biratî ketin bin sîwana Kongreya Star.

Biryarên ku di Kongreya 7’emîn Kongreya Star de hatin dayîn, wiha ne:

Biryarên der barê Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan de;

1.Rojeva yekemîn a xebata civakî, dîplomatîk, leşkerî û siyasî ew e ku pergala Îmraliyê ji holê were rakirin û ji bo azadiya Rêbertî rojev bêne diyarkirin.

2.Ji bo azadiya Rêber Apo radîkalkirina têkoşîna bîrdozî û civakîkirina têkoşînê.

3.Sonda me; ‘Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo azad bikin’ e. Ji bo wê pêngava çalakî û xebatan bê pêşxistin. Bi birêxistinkirina merhaleya sêyemîn û xurtkirina paradîgma û bîrdoziya neteweya demokratîk.

4.Danasîna cewhera fikrê Rêber Apo ji jinên ji hemû pêkhateyan re. Di wê çarçoveyê de konferans, semîner, civîn û komcivîn bên lidarxistin.

5.Li ser mijara ‘serok û jin’ li Sûriye û Lubnanê konferans werin lidarxistin.

Biryarên der barê xebatên avakirinê (înşa)de;

1.Xurtkirina xebatên înşayê di çarçoveya pergala konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk de.

2.Di pêşxistin û mayîndekirina komun û meclisan de esasgirtina perspektîfa konfederalîzma demokratîk.

3. Xebatên înşayê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bên birêxistinkirin.

4.Bi perspektîfa ‘Jin bê jiyan nabe, jiyan jî bê jin nabe’ her jinek divê li komîna xwe xwedî derkeve.

5.Tevahî komîte divê komînên xwe ava bikin û bi perspektîfa ‘Her kes li hemberî komînan bi berpirsyarî tev bigere’  tev lê bibin.

6.Li gorî pêwîstiya komînan komîngeh û navend bên vekirin.

7.Li gor perspektîfa Serok Apo ‘Civakeke bêperwerde civakeke mirî ye’ perwerde û amadekirina komîn, komîngeh û meclisan li gorî erkên pêvajoya înşaya neteweya demokratîk bên sazkirin.

8.Divê hemû endamên meclis, belde, nahiye û kantonan perwerdeyan bibînin.

9. Birêxistinkirina navendên parastina jinan li dijî zîhniyeta desthilatdar û zayendperest a mêran.

10.Perwerdekirina zilaman ji aliyê Kongreya Star ve di çarçoveya ‘guherandin û veguherandina zilaman’ de.

11.Biryarên ku di konferansên herêm û kantonan de hatine dayîn derbasdar in û divê bên şopandin.

Biryarên der barê rehend –boyut (komîteyên) Netewa Demokratîk

1. Ji bo hemû rêhendên Netewa Demokratîk Akademî bên rêxistin kirin.

Biryarên der barê Komîteya Perwerdeyê de:

1.Birêxistinkirin û pêşxistina Komîteya Perwerdeyê di asta Rojava de.

2.Meclisa perwerdeyê ya Kongreya Star bê rêxistinkirin. ( Ew meclis wê ji komîteya perwerde, meclis û komînan, KPC, Akademiyên xweser, yên giştî û Jineolojî pêk tê)

3.Berdewam kirin û xurt kirina perwerdeya komînan.

4.Li her komîn, komîngeh û meclisan perwerdeya ziman bê dayîn.

5.Ji bo perwerdeyê komîsyon û materyal bên amadekirin.

6. Di perwerdeya akademiyan de li ser rêhendên neteweya demokratîk û rêveberiya cewherî perwerde bê dayîn.

Biryarên der barê Komîteya Aborî de;

1.Di asta Rojava de xurtkirin û birêxistinkirina komîteyan.

2.Di hemû komînan de perspektîfa ‘aboriya komînal’ bê hedefkirin.

3. Armanca kooperatîfan xwe bi xwe, xwe birêvebirin be.

4. Biryarên Konferansa Aboriya Jinan derbasdar in û bên şopandin.

Biryarên der barê Komîteya Parastina Cewherî de:

1.Di asta Rojava de rêxistin kirina HPC-Jin.

2.HPC-Jin ji perwerdeya komînan a der barê parastina cewherî de berpirsyar e.

3.Di asta kantonan de Komîteya Parastina Cewherî bê xurtkirin û navendên Komîteya Parastina Cewherî bibin navendên perwerdeyê.

4.Di hemû herêm, kanton, bajar, nahiye û beldeyan de komîteya parastina cewherî bê birêxistinkirin (Asayîşa Jin, YPJ, HPC-Jin).

5.Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de amadekariyên ewlehiyê wekî mewzî, qabo, tunel bi pêşengiya Hêza Parastina Cewherî a Jin bê kirin.

Biryarên der barê Komîteya Dîplomasiyê de;

1.Di asta Rojava de birêxistinkirin û pêşxistina xebatên dîplomasiyê.

2. Danasîna pergala Kongreya Star û xebatên wê.

3. Hevbeşbûna bi hemû pêkhate, partî, rêxistin, sazî, komele û hwd û xurtkirina têkiliyan.

4.  Biryarên Konferansa Dîplomasiya Jinan derbasdar in û bên şopendin.

Biryarên der barê Komîteya Ragihandinê de:

1. Di asta Rojava de birêxistinkirin û pêşxistina ragihandina jinan.

2. Danasîna xebatên înşayê yên Kongreya Star.

3. Xurtkirin û xwedîderketina li hemû çapemenî û ragihandinên jinan.

4.Tevlêbûna endameke Meclisa Ragihandinê ji Meclisa Kongreya Star re.

Meclisa Adaleta Jin:

1.Di asta Rojava de birêxistinkirin û xurtkirina xebatan.

2. Di serî de rêveberiyên Kongreya Star û hemû meclis ji parastina qanûnên jin berpirsyar in.

3. Pêşengiya perwerde, semîner, komcivîn û hwd. der barê rêgez û qaûnên jin de.

4. Hemû endamên Mala Jinan û Komîteya Aştiyê di perwerdeyan de bên derbaskirin.

5. Lidarxistina Konferansa Meclisa Adaleta Jin.

Komîteya Kevana Zêrîn:

1.Sazîbûn û pêşxistina xebatan di asta Rojava de.

2. Komîn û meclisên çandî bên avakirin.

3.Şoreşa jin di beşên hunerî û çandî de bê naskirin.

4.Li dijî tundiya li ser jinan, zewaca di temenê biçûk de û pirjinî, pirsgrêkên jinên ciwan û ji bo paqijiyê xebat bên bipêşxistin.

5.Civakîkirin û xweşikkirina çand û hunera bi pêşengiya jinan.

6.Ji bo şêhîdên jin û berxwedana jinan kurtefîlm û hwd. bên amadekirin.

7. Biryarên Konferansa Kevana Zêrîn derbasdar in û divê bên şopandin.

 Biryarên der barê Komîteya Tenduristiyê de:

1. Di asta Rojava de xebatên tenduristiyê bên birêxistinkirin û xurtkirin.

2. Di komîn û meclisan de pêşxistin û xebatên tenduristiyê giranî danîn.

3. Bi pêşengiya jinan birêxistinkirina meclisa tenduristiya civakî.

4. Di akademiyan de ji bo tevahî jinan perwerdeya anatomiya jinan bê dayîn.

5. Broşûr li ser tenduristiya jinan bên amadekirin.

6.Ji bo ku QEYSERÎ ji holê bê rakirin divê têkoşîna civakî bê xurtkirin.

7. Ji bo şîrê dayikê û zayîna zarokan bî şêweyekî xwezayî perwerde û têkoşîn bê dayîn.

8. Biryarên konferansê derbasdar in û bên şopandin.

Biryarên der barê Komîteya Siyasî de;

1.Li ser bingeha xeta sêyemîn bi partiyên siyasî yên jin re xebata heyî hîn baştir werin meşandin.

2.Plansaziya xebatên hevbeş û pergala rêxistinî baştir kirin.

3.Daxwaz û talebên partiyên siyasî yên ku dixwazin di bin sîwana Kongreya Star de xwe bi rêxistin bikin  di vê kongreya heftan de werin nirxandin û di vê derbarê de biryar bên girtin.

4.Li ser siyaseta jin, feraset, nêzîkatî, beşdariya siyaseta demokartîk, ekolojîk û azadiya jinan perwerde, civîn, semîner bên dayîn.

Biryarên der barê Komîteya Şaredariyan de:

1.Xebatên xweser di şaredariyan de bên pêşxistin û sazkirin.

2.Di hemû şaredariyan de mektebên jinan bên aktîfkirin û pêşxistin.

3.Ji bo jinan proje bên pêşxistin.

4.Di hemû xebatên şaredariyan de pêwîstiya jin û zarokan esas bê girtin.

5.Zanebûna ekolojîk di civakê de bê pêşxistin û xebat ji bo vê bên kirin.

Biryarên der barê jineolojiyê de:

1.Ji bo civakîkirina jineolojiyê perwerde, semîner, komcivîn û hwd. bên dayîn.

2.Xebatên perwerde û lêkolînê di hemû qadan de bên pêşxistin.

3.Dîroka jinan bê lêkolînkirin û bên nivîsandin.

4.Biryarên konferansê derbasdar in û bên şopandin.

Biryarên der barê qada civakî de:

1. Birêxistinkirina xebatan di asta Rojava de.

2.Lidarxistina konferansên Komîteya Werziş (spor), Komîteya Kedkaran û Komîteya Ol û Baweriyan.

3.Biryarên Konferansa Hevjînên Şehîdan derbasdar in û bên şopandin.

4.Pêşxistina aktîvîteyên sosyal û çalakkirina parkan.

5.Birêxistinkirina Komîteya Zarokan.

6.Pêşxistina xizmeta civakî û projeyan ji bo kesên astengdar, sêwî, kal û pîr.

7.Birêxistinkirin û perwerdekirina hevjînên şehîdan.

8.Ji bo hevjînên şehîdan perwerdeyên meslekî bên dayîn û ji bo vê navend bên avakirin.

Biryarên der barê Jinên Ciwan de;

1.Jinên Ciwan hêza birêxistinkirî ya Kongreya Star e.

2.Hevbeşbûyîna xebata Jinên Ciwan û Kongreya Star.

3.Civakîkirina xebatên Jinên Ciwan.

4.Biryarên Kongreya Jinên Ciwan derbasdar in û bên şopandin.

(ANHA)

Back to top button