ÇalakîNûçe

Deh hezaran kes li Qamişlo û Dêrikê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Di meşa şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê yên li Dêrik û Qamişlo de bi deh hezaran kesan gotin “Bê Serok jiyan nabe, Azadiya Rêbertiyê azadiya me ye".

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

Meş li bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û heta pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê dom kir. Di meşa ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Polîsên Trafîkê tedbîrên ewlekariyê girtin de, meşvanan êlekên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û nivîsa “Bê serok jiyan nabe” li ser hebûn, li xwe kiribûn. Di meşa ku tavahiya meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin de bênavber dirûşmeya, “Kes nikare roja me tarî bike”, “Bimire komploger” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

ASYA EBDULLAH: TU KOMPLO ME JI XETA AZADIYÊ DÛR NAXIN

Piştî meşê li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axivî û diyar kir ku tevahiya Kurdistaniyan di rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah de berpirsyar in.

Asya Ebdullah destnîşan kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk hatiye, lê tu komplo nikarin wan ji xeta azadiyê dûr bixin. Asya Abdullah ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê û îlankirina berxwedaneke topyakunê kir û got: “Çawa îradeya gelan li hemeberî komployê bi ser ket, dê li hemberî êrişan jî bi ser keve.”

Hevserokê Desteya Hundihrîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî diyar kir ku wan di 25 salên komployê de bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşin meşandiye û got: “Ji bilî serkeftinê tu rêyên din ji bo me nîn in. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li her qadekê têkoşînê xurt bikin.”

Bi navê Konfederasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Îsmaîl axivî û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirin têkoşînê kir.

Endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê Hesen Ferhan jî anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê ronî kiriye û ew ê şopdarên vê xetê bin.

Welatiyê bi navê Feysel Heqî yê ku bi tenê ji Tirbespiyê heta Qamişloyê meşiya bû jî got ku dê li hemberî komploya navneteweyî bêdeng nemînin.

Çalakî bi xwendina helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsandin û dirûşmeyan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button