Arşîv

Serpêhatiya Wê Bi Rengê Jiyanê Û Bawerî Dagirtiye

Gulan Botan

Her bihost û kolanek ji bajarê Qamişlo di nava xwe de çîrok û dîrokeke giranbûha dihewîne. Bêhna keda destê dayikan bilind dibe û me dikşîne nava xwe. Dayê Letîfe Hisên Xelîl jî mînaka vê keda binirxe.

Jina ku bi afirêneriya her tiştên bedew bûye xwedawend, her dem xweşikiyê diherikîne. Dayê Letîfe jî yek ji wan jinên ku bi kedekî bêhempa karê dirûtinê dike. Dayê Letîfe bi destên xwe yên ku ji her tiliyekê hunerekê dibarîne, tiştên cûr be cûr çêdike. Letîfe Hisên (70) 20 sal in dirûtina bi destan dike. Du kurên wê bi navê Adil û Ednan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ku çanda berxwedanê bidome navê neviyên xwe jî kiriye Adil û Ednan. Neviyê wê Ednan di xebatên Asayîşa Rojava de cihê xwe digirt, di teqîna ku li taxa Kornîş a li ser rêya Xelîc pêkhat de jiyana xwe ji dest da. Letîfe ji bo neviyê xwe dibêje: “Dê çanda lêgera azadiyê bidome û em keda wan li erdê nahêlin.”

Letîfe wiha dest bi vegotina jiyana xwe dike, “Ez li Dêra Zorê ji dayîk bûm, paşê em hatin gundê Til Ebîd, ew gund gundê bavê min bû. Ez li wir mezin bûm. 12 salan jî li Hedadê mam. Di temenê 10 saliya xwe de min ji dirûnê hez kir û min dest bi wî karî kir. Wê demê makîneyên dirûtinê jî tunebûn. Ji bo wê min bi destê xwe cil didirûtin û bi paçikan min karê xwe dikir. Bi dest pê kirina şoreşê re ez zewicîm, mala min jî çebû, min ji bo xeml û xweşikbûna malê balîfên spî û tentênyên wan bi destê xwe çedikirin.”

‘Bi şoreşê re evîna min a xemla kesk, sor û zer dest pê kir

Dayê Letîfe got ku karê wê bi dest pê kirina şoreşa azadiyê re bi wate bû û wiha dom kir: “Bi şoreşê re hezkirina min a ji karê min re jî hîn bêhtir zêdetir bû. Min bi rengê kesk, sor û zer dest bi karê xwe kir û heya vê kêliyê jî tevî ku tiliyên min kul jî bûne vî karî bi rengê şoreşê didomîn im. Ji paçikên ku li dirûngehan ji bo avêtinê tên komkirin ez dikim tiştên wek merşik. Ez her cure qumaş û rengan di karê xwe de bikar tînim û encamekî mîna rengê xwezayê dide. Carnan jî ez kartonekê tînim, pîvana wê digirm û rûyekî rengereng jê re çêdikim, wek baweşînek bi kar tînim. Heya niha bi sedan tûrik min çêkirine, kesên ku hatine serdana min jî ji xwe re dibin. Dikarim bêjim ku karê min gihîştiye her çar aliyên Kurdistanê û heya Rûsyayê jî. Li şûna tiştên ez diyarî dikim, ez tiştên nû çêdikim. Dîsa min bi destê xwe bi sedan betaniyên bi paçik çêkirine, min werîs dirûtine û hevsarê mehînan çêkiriyê. Min gelek caran ji bo bûkan jî cehîz amede kiriye.”

‘Rojek dê tûrikê min li Şengalê di destê jinên Êzidî de be

Letîfa hîn dibe ku di nav her şert û mercî de ji her tiştekê berhemekê biafrîne. Latîfe wiha dirêjî da gotina xwe, “Em diçûn koçertiyê, min li wir tenûr çêdikir. Zêde tişteke me nebû. Me bi rîxa heywanan, mûye biznan li çolê tenûr çêkdikir. Jixwe çêkirina nanê tenûrê ji çanda me tê. Nanê tenûrê jî tama wê pir xweş bû. Hîna wan deman ez fêr bûm werîs û tûrik çêbikim.” Letîfe keda destên xwe şandiye her derê, lê yek ji daxwaza wê jî ew e ku berhemên xwe bigihîje Şengalê, warê Derwêşê Evdî û wiha dirêjî dide gotina xwe, “Rojekê ez ê mêze bikim, tûrikê min li Şengalê di nav destên jinên Ezîdî de be. Jixwe eslê tûrik a derweşê.” Di dawiya axaftina xwe de Letîfe got, “Kê ji bo azadiya vî welat kar dike ez wan silav dikim. Ez bejna xwe li pêşber şoreşgerên azadiya gelê Kurd ditewînim. Xwezî ez ne pîrbûma, ne bi dar û gopal bûma. Min jî di nava wan de cih girtiba.”

Dayika Letîfa herî dawî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan helbesteke xwe xwend:

“Bijî Serok Apo, Bijî Abdullah Ocalan

Bijî bijî bijî bijî bijî bijî bijî bi qandir axê

Bi qandir sterkên ezmanan

Ez hez ji te dikim, bi wan siterkên ezmana

Min hemû hijmartin bi zahu zimana…”

 

Back to top button