Arşîv

Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê li Elmanyayê bê lidarxistin

Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê 6/7’ê Cotmehê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Ji ber ku şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke jinê ye, jinên ji deverên cuda yên cîhanê di bin sîwana paradîgmaya civaka nû de li hev dicivin û xwe bi rêxistin dikin. Ji bo ev rêxistinbûn bê mezinkirn wê 6/7’ê Cotmehê li Frankfûrtê Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî were lidarxistin.

Çend ji mijarên ku wê di konferansê de werin nirxandin:

“- Em çawa dikarin sedsala 21’ê bikin sedsala jinê?

– Li dijî neheqiya di hatineyê tê kirin, li hemberî êrîşên zayendîparêz û faşîst, em çawa dikarin xwe biparêzin?

– Em çawa dikarin bi hev re pirsgirêkan binirxînin, biryarên hevpar bidin û bixin meriyetê? Em çawa dikarin bi hev re bi pêş ve biçin?”

Agahiyên berfireh ên li ser konferansê li ser vê malperê hene:

http://revolutioninthemaking.blogsport.eu/category/home/

Bi wesîleya roja navneteweyî ya ji bo rakirina şîdeta li dijî jinê, 24/25’ê Mijdarê li dijî şîdeta li jinê wê li gelek bajaran xwepêşandan û çalakiyên hevpar bên lidarxistin.

Back to top button