Arşîv

Li Eyn Îsa projeyên taybet ên jinan

Jinên navçeya Eyn Îsa ji bo xurtkirina aboriya xweser projeyan çêdikin, Kongreya Star jî ji bo serkeftina projeyan desteka madî û manewî dide.

Navçeya Eyn Îsa piştî rizgarkirinê ji aliyên QSD’ê ve, jiyan û tevger ji nû ve li bajêr vegeriya. Ji ber ewlehî û aramiya bajêr û ji bo peydakirina debara xwe şênî projeyên taybet vedikin.

Ji aliyê xwe ve jin û ji bo pêşxistina aboriya xwe projeyên taybet ji bo xwe vedikin û derfetên kar ji bo gelek jinên ku rewşa wan a aborî ne baş e, peyda dike.

Ji sedî 50’yî jinên navçeya Eyn Îsa projeyên dirûtin û nexşkirinê û her wiha dikanan jî vedikin. Projeyên ku herî zêde jin vedikin, projeyên dirûtin û nexşkirin û dikan in. Rêjeya van projeyan her roj zêdetir dibe.

Her wiha hejmareke jin ji Kampa Eyn Îsa ji bo bicihanîna pêwîstî û debara malbatên xwe yên rojane di van projeyan de dixebitin.

Dayika Mihemed terzî (dirûnkar) e. Li Reqayê beriya dagirkirina bajêr ji aliyê DAIŞ’ê ve dixebitî. Lê piştî koçberbûnê, li Kampa Eyn Îsa bi cih bû û bê kar ma. Lê belê piştî rizgarkirina navçeya Eyn Îsa rola xwe ya pêşeng di civakê de lîst. Dayika Mihemed pîşeya xwe ya berê vegerand û xebitî.

Têkildarî vê mijarê dayika Mihemed wiha got: “Piştî rizgarkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê jin azad bûn û niha dikare projeyên xwe yên taybet veke. Piştî rizgarkirinê beyî tirs em dixebitin û destek ji me re tê dayîn. Ji bo pêşxistina aboriya jinan dem hatiye ku em hinek ji şareza û keda xwe pêşkêş bikin.”

Di dawiyê de dayika Mihemed bang li aliyên têkildar ên taybet bo jinan kir ku navend û werşeyan ji jinên navçeyê re vekin.

Girêdayî vê mijarê endama Kongreya Star Hind Ibrahîm diyar kir ku ew ji bo ku jin ji zîhniyeta mêrserwer rizgar bibin, jinan derbasî dewreyên perwerdeyê dikin. Her wiha da karibin bi rola xwe di pêşxistina aboriya herêmê de rabin.

Hind Ibrahîm wiha got: “Em alîkariyê ji jinên ku tecrubeyên wan di dirûtin û nexşkirinê de hene pêşkêş dikin. Li gorî derfetên xwe û ji bo alîkariya jinên di pîşeyên xwe de zîrek in, em ê projeyên taybet vekin. ”

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27