Arşîv

Depoya avê veguherand pêşengehekê

Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê depoya avê ya ku di dema Firansiyan de hatibû ava kirin, sererast kir û veguherandin wêneyên cih û parçeyên dîrokî û wêneyên şehîdên navçeyê.

Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê li kantona Qamişlo bi hevkariya Buroya Ragihandinê a şaredariyê depoya avê ya ku di dema firansiyan de hatibû ava kirin sererast kir, da ku veguherîne pêşengeha wêneyên fotografî yên parçeyên dîrokî yên herêmê û wêneyên şehîdên navçe û gundewarên wê.

Destpêkê zemîna depoyê bi ax hate rêxistin da ku dar û kulîlk tê de biçînin. Dereceyên ku dighêjin qata jorîn hate sererast kirin û xemilandin da ku di havînê de bibe meqseda şêniyan.

Depoya Firansî ji du qatan pêk tê. Qata jêrîn dê tê de wêneyên cih û parçeyên dîrokî bên pêşkeşkirina wêneyên şehîdên navçeyê be.

Endama rêveber a Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Efîfe Silêman diyar kir ku tamîrkirina depoya avê projeyek ji gelek projeyên taybet bo jinê ye.

Her wiha Efîfe destnîşan kir ku Buroya jin parka depoyê sererast kir û dar û kulîlk di nav de çand. Avreşînek ava kir û koşeyek ji bo lîstoka zarokan eyar kir.

Efîfa Silêman da zanîn ku ji ber tunebûna budçeya pêwîst, xebatên sererastkirinê hatine rewastandin. Lê diyar kir ku di demek nêz de dê proje bi dawî bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku depoya firansî, ava vexwarinê ji şêniyên navçeyê re peyda dikir.

 

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27