Arşîv

Jinên Şêxmeqsûdê aboriya xwe geş dikin

Jinên taxa Şêxmeqsûdê debara malbatên xwe peyda dikin û beyî alîkariya tu kesî xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin. Her wiha di nav şert û mercên dijwar de karên xwe bi pêş dixin.

Jinên Şêxmeqsûdê karê xwe tenê di saziyan de nehişt. Lê belê di demên dawîn de û di nav şert û mercên jiyanê de, jin di nav sûkên taxê de dixebitin û barên malbatên xwe hildigirin. Hinek jin firinan bi rê ve dibin, dikanên madeyên xwarinê û dikanên bazirganiyê jî. Jin li gorî karîn û derfetên xwe hewl didin karên xwe bi pêş bixin.

Mînaka wan jinan dayika Fatme Mûsa ye. Fatme 40 salî ye. Dayika Fatme dayika 3 zarokan e. Li taxê ji beriya 14 salan ve piştî wefeta hevserê wê bi cih bûye. Fatme di pîşeya nexşekirinê û reşandina morî li ser cilan de dixebite. Bi demê re dayika Fatme tecrubeya xwe ji vê pîşeyê digire û niha bûye çavkaniyeke ku kar li ser gelek jinên taxê belav dike.

Rojana dayika Fatme tevî karê malê, 30 parçeyan diqedîne. Her parçeyek nîv saet dem jê distîne.

Dayika Fatme wiha dibêje: “Divê mirov bi bawerî bixebite. Piştî wefata hevserê min, ez xebitîm û bêyî alîkariya kesekî min debara malbata xwe peyda kir. Jinên kedkar dikare li hember astengiyên jiyanê bisekinin.”

Her wiha mînakeke jinên kedkar jî dayika ku bi eslê xwe Ereb dayika Fatme El-Ibrahîm e. Dayika Fatme ji beriya 3 salan ve hevserê wê wefat kir. 6 zarokên wê hene. Dayika Fatme berpirsyariya malbata xwe bêyî alîkariya kesekî hilgirt ser xwe. Di warê firotina cilên jinan û zarokan de dixebite. Dayika Fatme ji ajansa me re axivî û wiha got: “Min bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê dest bi kar kir û piştre min karê xwe berfireh kir. Bi demê re gelek muşteriyên min çêbûn.”

Her wiha Fatme El-Ibrahîm diyar kir ku gelek jinên taxê xwe di warê bazirganiyê de îsbat kirine. Jin bêyî alîkariya kesekî dikare aboriya xwe bi pêş bixe û debara malbata xwe peyda bike.

(ANHA)

Back to top button