Arşîv

‘Jinên Efrînê biryarên Konferansa Kongreya Star pêk tînin‘

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim destnîşan kir ku wan dest bi pêkanîna biryarên konferansê kiriye, di vê çarçoveyê de 120 civîn ji jinên Efrînê re ku li Şehbayê bi cih bûne, li darxistine. Her wiha Newroz tekez kir ku biryarên konferansê ji aliyê jinan ve hatine pejirandin û dê di pratîkê de pêk bînin.

Konfernsa 2’yemîn a Kongreya Star a Kantona Efrînê di 26’ê Tîrmeha vê salê de û bi tevlêbûna 500 delege û nûnerên Rojava û bajarê Helebê hate lidarxistin. Gelek biryar ji konferansê derketin; hemû çalakî li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin, bicihanîna hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê, berdewamkirina hemleya ‘Jinên cîhanê ji bo rizgarkirina Efrînê serî hildin’, bihêzkirina dewreyên perwerdê yên jinan û mêran, avakirina komîteyek ji bo nivîsandina têkoşîn û berxwedana jinan di Berxwedana Serdemê de, amadekirina dosyeyên binpêkirinên dagirkera Tirk der heqê zarok û jinên Efrînê de û şandina wê ji raya giştî re, vekirina navendên ku jinên rastî tundiyê tên hembêz bike, aktîfkirina Komîteya Dîplomasî ya taybet bo Kongreya Satr û vekirina pêşangeha karên destan.

Ji bo naskirina xebatên kongreyê piştî konferansa 2’yemîn, wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me hevdîtin bi endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşim re kir. Nerwoz destnîşan kir ku gelek konferans li bajar û herêmên Rojava hatin lidarxistin. Her wiha diyar kir ku Kongraya 7’emîn a Kongreya Star ku bi dirûşma ‘Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan civakî bikin‘,  ji bo hemû jinan cihê şanazî û serfiraziyê, bi vê dirûşmê dê asta têkoşînê heta hemû jin azadiya xwe bi dest bixin, bilind bikin.

Her wiha Newroz wiha got: “Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber dagirkirinê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, Kongreya Star xwe li Şehbayê ji nû ve bi rêxistin kir û xwe gihand hemû jinan û alîkariya şêniyan kir.”

Newroz destnîşan kir ku piştî lidarxistina Konferansa 2’yemîn a Kantona Efrînê, koordîneyek nû hat hilbijartin. Her wiha bi hemû saziyan re koordîne kirin û civînên asayî ji bo şopandina rewşa jinan li dar dixin û anî ziman ku wan dest bi pêkanîna biryarên konferansê kirine, di vê çarçoveyê de 120 civîn ji jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne li dar xistine.

Têkildarî mijara encamên van civînan Newroz Haşim wiha got: “Jinan di civînan de li ser çawaniya bicihanîna biryaran nêrînên xwe anîn ziman, qebûlkirinek baş ji aliyê wan de hebû û her wiha tekez kirin dê ew biryarên konferansê di pratîkê de bi pêk bînin.”

Di dawiyê de Newroa tekez kir ku tevî hemleya ‘Jinên jîhanê ji bo rizgarkirina Efrînê serî hildin’, ji bo birêxistinkirina çalakiyên şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dê dest bi xebatê bikin û wiha pê de çû: “Jinên Efrînê ji bo birêxistinkirina xwe di têkoşîn û berxwedanê de berdewam in. Her wiha heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê dê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî lidarxistina gelek konferans li hemû herêmên Rojava, Kongraya 7’emîn a Kongreya Star di 16-17’ê Tebaxa vê salê de li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin.

(ANHA)

Back to top button