Arşîv

Jinên ciwan ên Ereb: Ta rizgarkirina Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin

Jinên ciwan ên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku dewleta Tirk tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, bi vê tecrîdê dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Her wiha jinên ciwan tekez kirin ta azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.

Dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna gelê ku bi fikir û felsefeya Ocalan  bawer kirine, tecrîdek giran li ser wî feriz kiriye. Têkildarî vê mijarê jinên ciwan ên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd ji ajansa me re axivin û ev tecrîd şermezar kirin û berdewmkirina tekoşînê ta rizgarkirina Ocalan tekez kirin.

Jina ciwan a bi eslê xwe Ereb Helîme Murad destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xelasiya jin ji pergalên zordariyê û zihniyeta mêrdestiyê, ji wan re bû rêya ronahiyê. Helîme diyar kir ku Ocalan ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşiya û têkoşîna xwe dewam dike û wiha domand: “Dewleta Tirk nikare vîna gelê ku fikira Ocalan ji xwe re kiriye bingeh, bişkîne.”

‘Ta azadiya Ocalan dê çalakiyên me bidomin’

Ji aliyê xwe ve jina ciwan bi navê Dilîşan Îbo soz da ku ew weke ciwan ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe dê bidomînin û wiha pê de çû:  “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girîngiyek mezin da jina ciwan û em weke jinên ciwan dê hemû pergalên ku çewsandina vîn û mafê jin armanca dikin, bişkînin û li gorî baweriya Ocalan bin.”

Jina ciwan a ku bi eslê xwe Ereb, Delal Keno got: “Rêber Ocalan banga azadiya jinên hemû gelan kir. ji ber wê hemû jin dest ji rêgezên Ocalan bernadin û azadiya wî dixwazin.”

 

(ANHA)

Back to top button