Ji bo zarokan park hat vekirin

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî merasîmê vekirina parkê bûn.
Di merasîmê de, Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku armanca vekirina parkê dilê zarokan xweş bikin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî jî axivîn û diyar kir ku bi xwîna şehîdan şênî di aramî û ewlehiyê den. Zekî, vekirina parkê li şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Bi navê Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokartîk (MSD) Nahiya Silêman jî axivî û destnîşan kir ku jin bi saya têkoşîna şehîdan û xwedîderketina li fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di her qadan gavên mezin avêtin û bûne pêşeng. Nahiya spasiya Buroya Jin a Şaredariyê kir ku ev park vekir.
Park ji aliyê dayika şehîd Simko û Gelhat ve hat vekirin.
Di dawiyê de xelekên govendan li ber stanan hatin gerandin.
(ANHA)