Arşîv

‘Xwedî Li Çand Derketin Xwedî Li Xwe Derketine’

Çanda civakekê tê wateya nasnameya wê. Rêvebera TEV-Çandê têkîldarê xebatên parastina çanda civakî de nirxandin kir û wiha got: “Çanda mirovan nasnameya wan e, çand dîrok û pêşeroj e. Divê çand neyê wenda kirin.”

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek gavên serkeftî hatin avêtin. Di hemû warên jiyanê de destkeftiyên mezin hatin bidest xistin. Xebatên TEV-Çand jî xebateke pir giring bû di vê qonaxê de. Gelek ciwan ji bo parastina çanda xwe tevlî xebatê dibin û xebat pêk tînin. Li bajarê Til Timer jî navenda TEV-Çand di 1’ê Kanûna 2012’an de hat vekirin, pê re komên giştî, komên xweser û yên zarokan jî hatin avakirin. Di nav de beşên şano, stran, dîlan û teknîkê jî hene. Rêveberiya TEV-Çand Demokratîk a bajarê Til Temir Sîmav Hisên têkildarê xebatên çandê nirxandin kir.

‘Ji bo parastina çanda gelan em xebatê pêk tînin

Sîmavê diyar kir ku divê her kes çanda xwe ya kevnar û resen xwedî derkeve û biparêze û wiha got: “Li Rojava pêşxistina xebatên çandê xwedî wateyek girînge. Ji ber vê me sazîbûn esas girt. Navenda çandê li bajarê Til Temir me vekir û gelek pêkhate cihê xwe digirn. Ji bo parastina çand gelên ereb, kurd, suryan û asûrî em xebat pêk tînin.”

‘Pergala kapîtalîzmê tune kirina çanda gelan esas digre’

Sîmavê anî ziman ku ew di pêvajoyên zehmet re derbas bûne û wiha pêde çû: “Me gelek zehmetî di destpêka xebata xwe de kişandin, herî zêde jî di guhertina hişmendiya civakê ya ku bi salan ji rastiya xwe hatibû dûrixistine. Li her çar aliyê Kurdisanê zext û polîtîkayê înkarkirinê li pêşe. Bi giştî kapîtalîzmê her dem bi tunebûn û qedexekirina çanda gelekî xwestiye ku civakê parçe bike. Pergala kapîtalîzmê tune kirina çanda gelan esas digre. ”

‘Êdî li Rojava her kes çanda xwe dijî

Sîmavê bal kişand ser zehmetiyên ku rastî wan hatine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji bo rakirina hişmendiya kapîtalîzmê ya ku bi hezarê salan di mejiyê civakan de hatiye çandin, me gelek astengî kişandin. Lê me bi îsrareke xurt ew zehmetî ji bo xwe kire hêz û me di nava civakê de kar û xebatê çandê domand. Me dikarîbû çanda xwe lipêş bixin, hêdî hêdî zarok, keç û xort tevlî xebatê bûn. Li Rojava piştî kedên mezin êdî her kes çanda xwe dijî. Kes çanda xwe li ser yê din ferz nake, bi vê yekê re rengê demokrasî û wekheviyê jî li ber çavan diyar e.”

‘Me dest bi vekirina beşên TEV-Çand li gundan kiriye

Sîmavê her wiha bi lêv kr ku wan li gundan dest bi xebatê çandê kirine û wiha domand: “Ji bo berfirehkirina xebatê dê li gundan jî beşên çandê werin vekirin. Jixwe navenda çanda resen û kevnar gund in. Me wekî TEV-Çand a bajarê Til Temir di vê mehê de dest bi hemleyekê kiriye, ji bo parastina çandê em ê xebatên xwe li gundan rêvebibin. Beşên mîna dîlan, şano û stranan wê werin vekirin. Li kêleka vê ji bo endamên TEV-Çandê perwerdeyên derbarê dîroka çandê de tên dayîn, hem giştî û hem xweser. Ev perwerd bi armanca xurtkirina xebatê tên dayîn. Jixwe piraniya çalakiyên ku li bajar tên lidarxistin em weke endamên TEV-Çand organîze dikin.”

‘Divê ciwan werin tevlî xebatê çandê bibin

Sîmavê di dawî de hêviyên xwe yên xurtkirina xebatê anî ziman û wiha dewam kir: “Em ji tevahî gelê xwe yê Til Temir bi hemû pêkhatiyê xwe ve hêvî dikin ku tevlî xebata TEV-Çand bibin. Wê demê wê jiyan bi gelek reng û çandên cuda were xemilandin. Divê mirov li çanda xwe xwedî derkeve, ger li çanda xwe xwedî dernekeve tê wateya ku ne li xwe û tu kesî xwedî dernakeve. Em bang li ciwanên ku welat terk kirine jî dikin werin û tevlî xebatê înşakirina çandê bibin dikin.”

Sorgul Şêxo

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27