Arşîv

Endamên Kongreya Star û jinên ji Brîtanyayê xebatên xwe gotûbêj kirin

Endamên Kongreya Star bi rêya Skype bi jinên Brîtanyayê re hatin gel hev û asta xebatên jinên Kongreya Star gotûbêj kirin.

Ji aliyê Kongreya Star û ICA (Institue of Contemporary Arts) bi rêya Skype hevdîtineke bi jinên Kongreya Star re hat organîzekirin. Di hevditênê de li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Evîn Swêd, li ser navê YPJ’ê ya Akademiya Enternasyonal Asmîn Ronî û li ser navê Komîteya Aboriya Kongreya Star jî Hîvda Serêkaniyê tev lê bûn.

Beşdarên ji akademîsyen heta siyasetmedaran li Salona Sînema ya ICA  hatin cem hev. Mijarên ku herî zêde bal kişandin, di serî de xebatên Kongreya Star ên li rojavayê Kurdistanê û astengkirina dewletan li pêşiya beşdarbûn û alîkariya enternasyonalîstan bû. Jina akademîsyen ku beriya niha hatibû Rojava, Rahila Gupta hem nêrîn û çavderiyên xwe û hem jî asta konferderalîzma jinan û pêşengiya wan anî ziman û jina akademîsyen û hunermend Jaye ya Akademiya Jinan jî helbesteke li ser şoreşa jinan li Bakurê Sûriyeyê/Rojava xwend.

Ji hêla jina rojnamevan û nivîskara ji Hindistanê Rahîla Gupta û endama Kongreya Star Ruhaş Şêxo ev çalakî hat organîzekirin.

Hevdîtina ku li navenda Sînemaya Hunera Nûjen ya ICA’yê hate birêxistinkirin, ji alyê Rahila Gupta, Rosalie Doubal ya Navenda Çand  û Hunera Nûjen ya Îngilistanê û Rohaş Şexo we hate birêvebirin. Armanca saziyê ICA ew e ku bikaribin jinên ku li hemberî desthilatdariya zilaman tê dikoşin û li ber xwe didin, bikaribin bi rêya teknolojiyê bigihînin hev.  Di vê hevdîtina jinan de 200 jin amade bûn.

Her wiha Xaltika Hêlîn Qereçoxê (Vîctoria Cambell ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû) jî amade bû. Her wiha malbatên cangoriyên enternasyonal jî amade bûn.

Evîn Swêd di detspêkê de Şoreşa rojavayê Kurdistanê wek şoreşa jinê bi nav kir û xêrhatina hemû jinên aktîvîst kir. Evînê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kongreya Star bi 28 jinan dest bi xebata xwe kir û îro hejmar gihaştiye bi deh hezaran jinan. Ev rêxistin bi jinên Kurd dest pê kir, niha gihaşt bi hezaran jinên enternasyonalîst û Suryan, Ereb, Kurd, Ermen û Keldan.”

Evîn Swêd jî behsa sîstema Kongreya Star û pîvanên jinan, ji aliyê aborî çandî, leşkerî û birdozî ve kir.

Piştre li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Akademiya Enternasyonalîst Asmîn Ronî axivî û behsa têkoşîn û berxwedana YPJ’ê , êrîsên li ser jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve kir û wiha got: “Azadî ne bi tenê pirsgirêka jinên Kurd e, pirsgirêka hemû jinan e.”

Beşdaran bal kişand ser ku eleqedariyeke pir mezin ji bo têkoşîna jinên Bakurê Sûriyeyê heye û gelek kes dixwazin werin tev li jinên Bakurê Sûriyeyê bibin lê belê ev jî tên astengkirin.

Di dawiya hevdîtinê de jî sînevîzyonek li ser danasîna xebatên Kongreya Star hat pêşandan.

 (ANHA)
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27