Arşîv

‘Divê sînor ji sûcên der heqê jinan de werin danîn‘

Rêveberên Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, bang li rêxistinên jinan ên navdewletî û hiqûqa mafên mirovan kir ku sûcên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.

Çete û leşkerên artêşa Tirk ku Efrîn dagir kiriye, binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Herî dawî destdirêjî li jinan kirin, her wiha gelek jin hatin revandin û ji bo serbestberdana wan pereyan ji malbatên wan dixwazin.

Li ser mijara binpêkirinên der heqê jinan de, endamên rêxistina Kongreya Star bi rêya ajansa me ANHA’yê sûcên der heqê jinan de şermezar kirin û bang li jinên cîhanê kir ku li hemberî van sûcan bê deng nemînin.

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Şêrawa Nazlê Mihemed anî ziman ku kiryarên leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê heman kiryarên DAIŞ‘ê ne û bal kişand ku li Efrînê, bi bêdengiya navdewletî jinên ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne kuştin, revandin û tecawizkirin. Nazlê, di nava axaftina we de wiha got: “Rêxistinên mirovî ji van binpêkirinan re li ku derê ne?

Zeyneb Seydo jî ku di rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêrawayê de cih digire, diyar kir ku dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrîna ewle dikir, yek dewletê dengê xwe nekir.

Zeyneb axaftina xwe wiha domand: “Dem hatiye ku rêxistinên banga mirovahiyê û parastina mafê jinan dikin, li hemberî kuştin, destdirêjiya li ser jinên Efrînê tev bigerin û sînorekî ji binpêkirinên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker re deynin.”

Suheyla Hesen jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku kiryarên nemirovî yên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve li Efrînê roj bi roj zêde dibin û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van binpêkirinan rexne kir.

Suheyla, banga hevgirtinê li jinan kir û anî ziman ku rêxistinên jinan jî divê sînorekî ji binpêkirinên li dijî jinên Efrînê re deynin.

(ANHA)

Back to top button