Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo pêşwazkirina roja 4ˊê Nîsanê li Helebê tên lidarxistin de, Kongra Star bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Helebê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û şêniyan civînek organîze kir.
Di civînê de koordînatora Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo diyar kir ku divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê bilindkirin.
piştre berdevka însiyatîfê ya Heleb Amine Xidro naveroka civînê şîrove kir, her wiha li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a di pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê navbera gelan de axivî.
Amine qonaxên dîrokî yên girîng di jiyana Rêber Abdullah Ocalan de ku hişt fikrên wî di nava azadîxwazên cîhanê belav bin û bibe bingeha damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şîrove kirin.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser dîmen û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên dayika Uweyş û taybetmendiyên rêbertî hat pêşkêşkirin.