Arşîv

Ji zarokatiya xwe ve fêrbû û niha fêrî keçên xwe dike

Selwa Ibrahîm ji şêniyên bajarê Reqayê ye. Dayîka Selwa pîşeya nexşekirinê ji biçûkahiya xwe ve ji dayîka xwe fêr bûye. Her wiha ji bo bi cihanîna pêwîstiyên malê, berhemên xwe difroşe.

Nexşekirin, hunera xemlandina caw û hin madeyên din e. Di nexşekirinê de derzî û dezî tên bi kar anîn. Gelek cureyên nexşê weke lawir, mirov, şînatî û hin wêneyên razber li ser gelek cureyên caw, kum, saqo, gumlek, cîniz û gore tên çêkirin.

Pîşeya nexşekirinê ji pîşeyên destan ên kevn ku jinê afirandiye tê hesibandin. Jin di xemilandina cawan bi kar tîne û bi awayekî berfireh ji kevn heta roja me ya îro de di nav jinan de belav bûye.

Selwa Ibrahîm ji şêniyên bajarê Reqayê ye. 45 salî ye û di warê nexşekirinê de dixebite.

Selwa pîşeya xwe ji biçûkahiya xwe ve ji dayîka xwe fêr bûye. Selwa ji endamên malbat xwe re cilên rîsî û gelek tiştên din ji bo xemilandina mala xwe çêdike.

Dayîka Selwa berhemên xwe li gorî daxwazên jinan û ji bo peydakirina pêwîstiyên malê difroşe.

Girêdayî vê mijarê dayîka Slewa dibêje gelek cureyên nexşekirinê hene û bi gelek amûran weke derzî, morî, per û hwd nexşe tê çêkirin. ev pîşe pîşeyek kevnar e û bi taybet jin pê dixebitin.

Selwa niha keçên xwe fêrî vê pîşeyê dike da ku nifşa nû pê bixebite.

(ANHA)

Back to top button