Jinên Reqayê ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê amade ne

Jinên bajarê Reqayê wekî jinên hemû herêmên Sûriyeyê her sal di van deman de û bi nêzîkbûna zivistanê re amadekariyên dagirtina zexîreyên zivistanê dikin. Jin ji bo peydakirina pêdiviyên malê û ji ber buhayê madeyên xwarinê di zivistanê de gelek cureyên sebze wekî dan, baqulî û tirşî depo dikin.
Ji ber ku çêja wê ji ya ji qutikirî xweştir e, jin bamî, dimsa bacanên sor û îsotan, mekdûs, hemû cureyên rîçalan, milûxiyê, tirşî û hwd. ji bo zivistanê depo dikin.
Dayika Ewş El-Safî yek ji jinên Reqayê ye û têkildarî vê mijarê wiha got: “Di van mehan de û ji ber buhabûna nirxên sebzeyan, em hemû cureyên sebze, dan û tirşî dadigirin. Niha ew wek kevneşopî tê hesbandin.”
Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Necah Abdulselam diyar kir ku hebûna van zexîreyan gelekî girîng e û zirarê nagihîne tenduristiya mirov.
(ANHA)