Arşîv

Yekitiya Jinên Azad li Fafînê civînek li dar xist

Yekitiya Jinên Azad li Kantona Şehbayê civînek li ser geşedanên li herêmê û karê wan ê 6 mehan, li dar xist.

Di civîna ku li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê pêk hat de, bi dehan rêveber û endamên saziyên sivîl, meclis û navçeyan û endama rêveberiya Yekitiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Cibo, cîgira hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Fethiye Qasim û hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên tê de amade bûn.

Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên di civîne de axivî û got ku armanca civînê ew e ku li ser rewşa siyasî û rewşa jinan li Şehbayê nirxandinan bikin.

Her wiha cîgira hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Fethiye Qasim got ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve, nîqaş li ser bajarê Idlibê çêdibin ku gelek dewlet dixwazin kontrol bikin. Fethiye wiha got: “Tirkiye û Rûsya ji bo Idlibê daxuyaniyan didin, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu got ku ew nikarin komên terorê li Idlibê biparêzin û kontrol bikin.”

Fethiye da zanîn ku Erdogan digot Heleb xeta sor e ji bo wan, lê wan rê da rêjîmê ku hemû Helebê kontrol bike li hemberî wê ku bikevin Cereblûs, Bab û Ezazê.

Paşê endamên ku di civînê de amade bûn li ser karê rêxistinî yê Yekitiya Jinên Azad û biryarên ku di konferansê de derketin û dewreyên perwerdeyê yên taybet nîqaş kirin.

(JINNEWS)

Back to top button