Arşîv

Jinên Rojava di perwerdeya Jîneolojiyê de tên cem hev

Navenda Lêkolînê ya Jînoelojiyê, li Kobanê dewreya perwerdeya nû bi jinên siyasetmedar û yên di civaka sivîl de cih digirin re da destpêkirin. Di perwerdeya 5 rojan de wê li dijî texrîbatên kapîtalîzmê, çareserî çi ne wê bê nîqaşkirin.
Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê dewreyê perwerdeya xwe didomîne. Endama Komîteya Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya Herêma Firatê Dîcle Heydarî dewra perwerdeya nû ya li Kobanê dane destpêkrin û xebatên jîneolojiyê nirxand.
Dîcleyê got ji ber şerê heyî û bêderfetiyan hîn nebûne saziyek fermî û got piranî li ser xebatên lêkolînê xebatan dimeşînin û di demek nêz de wê fermî bibin.
‘Me xebatên xwe ewil bi jinan re parve kir’
Dîcleyê bal kişand ser xebata salekê û diyar kir ku ewil di esasa civaknasî de xebat meşandine û got: “Me ji warên dîrokî yên Kobanê dest pê kirin. Van lêkolînan 3-4 mehên me girtin. Me lêkolînên xwe anî rewşek baş û nivîsî. Piştre me bi jinan re parve kir.”
‘Em hedef dikin xwe bigihînin hemû jinan’
Dîcleyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî vê dest bi semînerên jîneolojiyê kirine û got: “Me ev semîner berdewam kirin. Me bi jinên herêmên Ereb re xebat meşand. Me derbarê jinên rastî zilma DAIŞ’ê hatine de xebat meşand. Li herêmên DAIŞ lê bûn xebat pir zehmet bûn. Me li ser pirsên ‘Jin çiqas xwe nas dikin? heta îro çi êş kişandine? Di jiyana xwe de çi dîtin? Rewşa jinên rastî îşkenceya DAIŞ’ê hatine çi ye? Nêrîna li hember Jîneolojiyê çi ye? Lêkolîn meşand. Pişt re me ev di alî dîtbarî û nivîskî de amade kir. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin zêdetir jinî.”
‘Armanca me pêşxistina jîneolojiyê ye’
Dîcleyê her wiha ev tişt anî ziman: “Em xebatan piranî bi lêkolîn û perwerde dimeşînin. Hewcedariya saziyan hebe em perwerdeyê didin. Dewra me ya perwerdeyê 5 rojan e. Ji 13 kesî pêk tê. Me ji bo jinên di saziyên civaka sivîl de û siyasetmedar vekir. Armanc pêşxistina jîneolojiyê ye.
(JINNEWS)
Back to top button