Arşîv

Mîhrecana Zarokan a Cizîrê.. komên nû û berhemên cuda

Di çalakiyên roja 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a herêma Cizîrê de koma Koçerat, Tirbespiyê û Til Koçer di nav beşdarbûnek girseyî de berhemên xwe pêşkeş kirin.

Di çalakiyên roja 4îemîn a Mihrîcana Zarokan a herêma Cizîrê ku li navenda Çand û Huner a Aram Tîgeran tê li darxistin de, bi beşdarbûna zarokan û malbatên wan, koma Kûlîlkên Koçer a girêdayî herêma Koçerat a navçeya Dêrîkê stranên gelêrî pêşkeş kir. Her wiha Koma Til Koçer şanoyek bi navê ‘Sêwî’ û stranek bi navê ‘Zarokên Aşitiyê’ pêşkeş kir. ji aliyê xwe ve koma Tirbespiyê şanoyek bi navê ‘Qencî û Xirabî’ pêşkeş kir.

Çalakiyên roja 4’emîn a mihrîcanê bi pêşkeşkirina gelek komên Tirbespiyê berhemên xwe bi dawî bû.

Tê payîn ku çalakiyên mihrîcanê dê du rojên din bidomin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27