Arşîv

Hunermendek Ku Hem Jiyanê Û Hem Jî Paşerojê Dirêse

Evîn NEJDET

Hunermenda yekem jin bû ku bi berhemên afirandî karî tevnê civakîbûnê bihone û wiha jî bû destpêk ji pêngaveke herî şoreşgerî re. Di vê wateyê de dikare were gotin yekemîn hunera di dîrokê de afirandina civakê li ser bingeheke xwezayî bû ku hunermenda vê jî bêguman jin bû. Di heman demê de civakê jî çand û pêşketinên xwe bi rêya hunerê veguhestin roja îro. Yekemîn destan û çîrok, yekemîn helbest û melodî, yekemîn rîtûelên îbadetê, yekemîn govend û dans, yekemîn mal û mebedên ku avabûn, yekemîn xîzên li ser dîwarên şikeftan hatin resimandin û bi sedan îcadên civakê dikare beşên herî girîng a hunerê, pîroz werin dîtin.

Huner qadeke ku ne ji civakê dikare qut were girtin, ne jî civak bêyî hunerê dikare were hizirandin. Di serdema niha ku huner bûye sektoreke modernîteya kapîtalîst û ji bo helandina civak û bi taybet jinêtî bikaranîn, herî bêtir pêwîstî bi şîrovekirina rast a vê qadê heye. Pênasekirin jî bi tena serê xwe têrê nake, divê ku mînakên şênber ên di jiyanê de werin nîşandayîn û ristên rast wiha werin raçandin. Lewma bi şûna ku dûr û dirêj li ser mijarê şîrove bikim, dixwazim behsa jiyanekê bikim ku herî kêm heya cihekê gihîştibe wateyek nû û rast a hunerê. Bêguman mînak pirr in, lê bi taybet min hewce dît ez behsa yek ji wan bikim.

Exlaq Û Exlaqa Hunermendiyê

Heya niha kesek wê bi navê hunermend nas nake, navê wê nehatiye bihîstin, di tu ekranên televîzyonan de xuya nekiriye. Ji ber karê ku dike jê re teqdîrname nehatine, an jî kesekê jê re negotiye ‘hunermend’. Jixwe ji ber ew wek hunermendeke civakê xwe parastiye, qet neçûye ser dikên modernîteyê yê firotina huner û exlaqa hunermendiyê.

Hemdiye Mihemed ku wek dayîka Hemdiye tê nasîn li bajarê Til Temir tê dinya yê. Hemdiye di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Dayîka wê ji dema ku şoreşgerên azadiyê derbasî qada Rojava dibin, bi dileke germ û baweriyeke mezin deriyê mala xwe vedike û herdayîm dixwaze zarokên xwe jî bi çanda welatparêziyê mezin bike.

Ew ji ked dûr mezin nabe. Di zarokîniya xwe de di nav zeviyan de pembû diçîne, karê paletiyê dike. Di baxçe û bostanan de xwîdan dirijîne. Wiha jî axê baş dinase û hîs dike. Ew tucar xwe ji tu karan, yên herî giran jî paşve nakişîne. Karên ku di gund de wek karên zilam dihatin pênasekirin jî bi xwebaweriyeke mezin pêk tîne. Di karên gund de tecrûbe digire.

Di dema ku Hemdiye zarok bûye, hem derfetên dibistanan li gundan kêm bûye, hem jî zarokên keç zû bi zû nedişandin dibistanê, lewma Hemdiye nikare wek hevalên xwe yên xort fêrî xwendin û nivîsandinê bibe. Lê ew ji çîrok û stranên ku pîrka wê dibêje, pir hez dike û piraniya wan çîrokan jiber dike.

Xemgînî Bandorê Li Stran Û Teşiya Di Dest De Dike

Yekemîn Mamosteya Hemdiye dayîka wê ye. Ew di temenê xwe yê zarokîniyê de li ber destên dayîka xwe, hem fêrî karê malê dibe, hem jî pê re karên destan ku kedeke mezin dixwaze dielime. Dayîka wê her tiştek ku di jiyana gund de lazimî pê heye fêr bibe, bi aliyên wê yên zirav û qalind ve ji keça xwe re vedibêje. Hemdiye herî bêtir ji rîsandina teşî hez dike û wer hîs dike ku bi raçandina teşî re hemû xevn û xeyal, daxwazî û hêviyên xwe jî dihone, şekil didê û wan ebedî dike. Ya rast, Hemdiye stranan jî dibêje. Dengê wê pir xweş e. Ew bi vê dizane. Lê belê di civakê de strangotina jinan xweş nayê dîtin. Ji ber wê jî tenê dema ku bi tenê dimîne dest bi gotina hestên dilê xwe dike. Li ber stranan jî karê destan ku ji dayika xwe elimiye çêdike. Di serî de ferq nake ku ev karê destan çiye, ji ber ku ji bo wê ev karên destan beşeke girîng a çand û hunera civakî ye. A rast dayîka Hemdiye pir zêde jî wate nade vê karê ku dike. Ew tenê dizane ku dayîka wê jê xwestiye ku birîse, tentene çêke, cilên gelêrî bidirû û klîman çêbike, wê jî wiha kiriye. Lê her ku dem û dewran derbas dibe, her ku êş û keser konê xwe di zozanên dile Hemdiye de vedinin û bi xemgînî û xweşiyên jiyanê re aşîna dibe, di xwe de guhertinan hîs dike. Dayîka wê, bavê wê, nas û xizmên wê wefat dikin, hevalên wê yên ciwan li çiyayên dûr li pey azadiyê dikevin û venagerin. Di dawiyê de piştî salan xebera şehadeta wan dibihîze. Ev yek hem dengê stranên wê bandor dike, hem jî teşiya di destên wê de.

Stranên Wê Êşên Kurdistanê Dilorîne

Ew jî ji rastiya Kurdistanê ya bi êş, di sînorên ku di navbera gund û bajarên welatê wê de hatine dayîn, ji kûr ve dibîne. Belku wek pirr cihên li welat komkujiyan nabîne, li ser gundê wê leşker nagirin û di şevên tarî de kesekê nakujin, lê kezeba şewitî ya Helepçeyê wek nalîneke mezin dilê wê jî digovişîne. Koçberiya bi hezaran însanên ji Başûrê Kurdistanê, valakirina bi hezaran gundên Bakûrê Kurdistanê, îdamkirina bi hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wek xençerên kûr li bedena wê birînan vedikin.

Li axa wê jî aramî tune ye, hêzên Rejîma BEES tu hebûneke wan qabûl nake. Lê dîsa jî tevgera Apoyî û hebûna Rêber Apo li wir bi tena serê xwe hêviyeke mezin, coş û moralê belav dike. Lê ev kêfxweşî jî heya demekê dirêj dike, Rêber Apo ji Sûriyê derdikeve û bi îxaneteke qirêj bêmînak tê girtin. Rûyê gemar û dij-kurd a rejîma BEES, bêyî ku hewce bibîne xwe veşêre derdikeve holê û vêcarê zext, girtin û îşkence dibe para vê parçeya Kurdistanê jî. Û vê carê stranên dayê Hemdiye nin ku êşên Kurdistanê dilorînin.

Raperîna Gel A Ji Bo Jiyanek Birûmet

Lê ew di tevahiya van demên dûr û dirêj de, li gundê xwe, di pêsîra xwezayê de, stranên şoreşgerî distira, teşiya xwe dirîsa û hertim xonçeyek ji hêviyê di dilê wê de bişkovî ma.

Çar zarokên Hemdiye hebûn, ji xwe hevserê wê hîna di sala 1981’an de ji ber krîza dil wefat kiribû û bi tena serê xwe zarokên xwe mezin kiribû. Ji canê xwe zêdetir ji zarokên xwe hez dikir. Heke sitiryek biçûya tiliya zarokeke wê de, dilê wê perçe perçe dibû. Li ser wan dilerizî û herdayîm li ber wan digeriya. 3’ê kur û keçeke wê hebû, ku hemû jî dabûn zewicandin. Zarokên xwe li ser hizra welatparêziyê mezin kiribû, dixwest neviyên wê jî wiha perwerde bibin. Lê pirr xemgîn dibû dema ku didît neviyên wê jî neçarin li jêr desthilatiya dijminê dagirker rejîma BEES de bijîn, bi zimaneke biyanî bixwînin û hertim siya tirsê li ser xwe bibînin.

Heya ku dewrana tarî qulipî bi ser rojên geş û ronî ve. Sala 2011’an yekemîn car li Kobanê çirûsk pêket û wek pêlên behreke fireh xwe li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav kir. Li Til Temir jî gel ji bo jiyaneke birûmet û azad, ji bo wekheviya gelan raperiya û hêzên rejîma BEES ji axa xwe kire derê. Di encama şoreşa gel de gundê wê jî rizgar bû û Hemdiye di jiyana xwe de ji bo cara yekem rehet serê xwe danî ser balgî û xewneke xweş dît. Di xewna xwe de dît ku derdora Kurdistanê bi keskesorê xemiliye, dema ku nêzîktir bû, dît ku ew keskesor kêl bi kêl hatiye vehonandin. Di destên wê de jî teşiyek hebû. Kêfxweş bû û fêm kir ku divê keda wê jî di vê berhema mezin de hebe.

Hunermendek Ku Bêyî Bedel Bixwaze Dixuliqîne

Şoreş nû destpêkiribû, di bîbikên çavên her kesê de şewqa şadiyê dihate dîtin, ew jî bi vê rewşê heya dawiyê bextewer bû. Lê belê welatê wê nedişibî tu deran. Plan û lîstokên li ser axa wê pirr bûn. lewma dijminê welatê wê jî pirr bûn. zêde neajot ku wek kuliyên talanker ji her derê ve cilreş dest bi êrîşan kirin. Ev êrîş li Serêkaniyê, Til Hemis û herî dawî jî li Kobanê dijwartir bûn. Gelê Kurd di dîroka xwe de cara yekem hest bi azadiyê kiribû û bi çi bihayê bibe bila bibe dê dest jê bernedaya. Lewma keç û xortên Kurd ref bi ref ber bi têkoşînê ve bazdan. Ne tenê ciwan, yên temen piçûk û mezin jî herikîn qadên berxwedanê. Bi sedan ji wan xwîna xwe ya sor kirin xemla keskesora Kurdistan ê. Wê jî her sê kurên xwe şand ku tevlî nav refên rûmet û azadiyê bibin.

Kurên wê niha jî bi soza ku dane dayîka xwe û bi hêviya ku ji zarokên xwe re welateke ewle ava bikin, di nav yekîneyên Parastina Gel YPG’ê de di qadên berxwedanê de têdikoşin. Ew jî hîna bêtir teşiya xwe daye destên xwe, ji hiriya spî ya miyan tevneke zirav dirîse. Her car ku teşiya xwe dizivirîne, li serpêhatî û destanên ku di jiyana xwe de bû şahid difikire û baştir fêm dike ku çima dayîka wê ewqas bi israr dixwest ew fêrî karên destan bibe. Êdî temenê wê jî zêde bûye û qûsûr di strangotina wê de jî nayê dîtin, yan jî ger were dîtin jî ew guhdar nake. Ew bi dengê xwe yê zîz û xweş stranan dibêje û teşiya xwe dizivirîne.

Dibe we jî navê wê nebihîstibe, lê li Til Temir dayîkek dijî bi navê Hemdiye ku ev 70’ê salin bi ruhê hunermendekê ku hem jiyanê, hem kêlên paşerojê û hem jî hêviyên pêşerojê dirîse, dijî. Hunermendek ku bêyî bedel bixwaze dixuliqîne. Ji dil û heya dawiyê di nav jiyana civaka xwe de dijî.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27