Arşîv

Buroya Jinên Ciwan li kampa Tiwêhîna tê vekirin

Yekitiya Jinên Ciwan, civîneke kampa koçberan a Tiwêhîna  ya Tebqayê li dar dixst. Di civînê de hate gotin dê Buroya Jinên Ciwan li kampê were vekirin.
 

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca ku yekitiyê bi jinên ciwan ên li kampa Tiwêhîna ya bakur rojavayê Tebqayê bide naskirin, her wiha di çarçoveya amadekariyên vekirina buroya yekitiyê li kampê de civînek lidar xist.

Civîn bi din konê civînan de a li kampê bi beşdarbûna gelek jinên ciwanê ên kampê hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giynên cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Şirîn Ismaîl armanc û plansaziya yekîtiyê vegot.

Şirîn di nava axaftina xwe de, behsa çalakiyên yekitiyê ku di nav kampê de dê pêk werin kir û diyar kir ku dê dewreyên perwerdeyê di gelek mijaran de wekî dirûtin, tenduristî û fêrkirina xwendin û nivisandin werin vekirin.

Civîn bi nîqaş û girtina nêrîn û bersivdayîna pirsan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

 

(ANHA)

Back to top button