Arşîv

Navenda Jinolojî pêşengtiya pêşxistina hişmendiya jinên Minbicê dike

Jinolojî riya ber bi rastiya jinan ve ye û bi taybet jinên Minbicê, Navenda Jinolojî ya Minbicê bi rola xwe ya pêşeng di birêxistinkirina semîneran û vegerandina têgeha azadiya jinan û rola wan di civakê de radibe.

Weke pêngaveke bingehîn ji bo pêşxistina hişmendiya jinan û diyarkirina rola wê û naskirina wê ji kesayeta xwe re û bi taybet piştî zordariya li ser jinên Minbicê di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û komên terorîst de, Navenda Jinolojî di 2’yê Çileya 2018’an de hate vekirin.

Navenda Jinolojî lêkolînan amade dike û semîneran ji hemû saziyên sivîl ên bajêr re organize dike. Navend ne tenê jinan digire nava xwe lê belê girîngiyê dide hemû dozên civakê.

Navend di amadekirina gelek pilansazî û projeyên paşerojê de dixebite da ku kar pêşbixîne û jinolojî bêtir pênase bike.

Girêdayî mijarê Endama Navenda Jinolojî Sedîqa Xelo da zanîn ku ew lêkolînên têkldarî dozên civakî amade dikin û pisportiyê di aliyê jinolojî de dikin.

Sedîqa got ku ew semîneran li akademiyên giştî, akademiyên taybet, navenda perwerdehiyê û akademiyên leşkerî organîze dikin û karê wan ne tenê di bajarê Minbicê de ye, lê belê li bajarên Reqa, Girê Spî û hin deverên din ên Bakurê Sûriyeyê ye.

Sedîqa da zanîn ku piraniya lêkolînên wan ku amade dikin, der barê jinên feylesûf, jinên Rojhilata Navîn û rola jinan di dîrokê de ye.

Sedîqa piştrast kir ku xebatên wan bê navber di pêşketinê de ye û wiha got: “projeyên me yên paşerojê hene. Hin ji wan di nava lêkolînan de ne û hin jî girêdayî kûrbûna jinolojî û bi taybet li bajarê Minbicê ye.”

Endama Navenda Jinolojî Sedîqa Xelo di dawiya axaftina xwe de gt ku divê bi taybet jin jinolojî bêtir nas bikin û di pêşx0istina hişmendiya jinan de bixebitin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27