Arşîv

Jin Bi Atolya Karê Destan Aboriya Xwe Pêk Tînin

Kongereya Star li Kontona Efrînê projeyeke nû ya cildirûnê û karê destan vekiribû. Derbarê vekirina vê atolyeyê de rêvbera atolyeyê Gulê Selmo ji ajansa me re axivî.

Kongreyê Star li Kantona Efrînê bi armanca pêşxistina aboriyê jinan, atolyê karê destan avakiribû. Kongreyê Star ku giranî daye xebatên kooperatîf û atolyê jinan, eleqetê jinan jî zêde dike. Atolye bi berhemên xwe yên xweşik jî balê welatiyan jî dikişîne. Ji karên bi morikan çê dibe, heya çente û tizbiyan, div vê atolyeyê de her cure tiştên xemlê hene. Rêvebera atolyeyê Gulê Selmo di derbarê vekirina vê atolyeyê û asta xebata wê de bi ajansa JINHA’yê re nirxand.

‘Demek dirêje karê destan re mijûl dibim

Gulê, bal kişand li ser girîngiya vekirina projeyên bi vî rengî ji bo piştgiriya jinê û wiha got: “Bi mebesta piştgirîya jinê ji hêla aborî, manewî û derûnî ve, me ev atolyeya karê destan vekir. Dema ku ez li Helebê bûm, min ji karê destan hez dikir. Ev demeke dirêj e ez vî karî dikim. Dema ez hatim Efrînê, min cihê xwe di Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê de girt. Paşê Kongreya Star ji min xwest ku ez vê projeyê bi rêve bibim û jinan di vî warî de perwerde bikim. Ev proje û projeyên din ên bi vî rengî dê derfetên kar hîna zêdetir ji bo jinan pêş bixîne.”

‘Ji bo civakeke komunal, jin pêşengtiyê dike

Gulê di berdewama axaftina xwe de, li ser hêjmar û xebata jinan a atolya yê wiha agahî da: “Wekî despêka xebatên vê atolyeyê niha 10 jin têda kar dikin. Ji bo firotina berhemên ku jin amade bikin, wê di demeke nêz de firoşgehek li pêşiya Navenda Çand û Huner a Efrînê were vekirin. Armanca herî sereke ya avakirina vê atolyeyê ew e ku jin di aliyê pêşxistina aboriya civakê de cihê xwe bigire û berhemên pêdiviyên jiyanê çêbike.”

Gulê di dawî de bang li tevahî jinan kir û wiha pêde çû, “Pêwîst e hemû jin cihê xwe di kar û xebatan de bigirin, ji bo avakirina civakekî komînal divê jin pêşengtiya hemû kar û xebatê bikin.”

Fîdan Rêzan

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27