ÇalakîDaxuyanîNûçe

Li Şehbayê encamên pêşhilbijartinan diyar bû

Kongra Star û PYD’ê encamên pêşhilbijartinên ku duh hatin li dar xistin, bi daxuyaniyek hevpar eşkere kir.

Piştî hilbijartinên ku duh ji aliyê Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatibûn lidarxistin, gel berê xwe dabû navendên deng dayînê. Îro Kongra Star û PYD’ê encamên hilbijartinên bi daxuyaniyek hevpar eşkere kir.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamê meclîsa PYD’ê Welîd Dingilî û endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo ve daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî hevpar wiha ye:

Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Jin Kongra Star vê serkeftina dîrokî li gelê xwe pîroz dikin, ku berhema berxwedana gelê me ye ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî bi pêşengiya jinên têkoşer û bi saya fedekariya Bi hezaran şehîdên me ji bo parastina xaka welat û parastina destkeftiyên wê canê xwe feda kirin.
Ji ber vê yekê di dîroka 30.04.2024 bi hezaran şêniyên kantona Efrîn – Şehba, kal, ciwan, jin, endamên partiya me û komîn û rêxistinên jin ji bo hilbijartina nûnerên xwe ya şeredariyan li kantonê , berê xwe dan ber ve sindoqên dengdanê. .

Di dema ku bi hezaran endamên partiya me û pêkhateyên Şehba yên Kurd û Ereb ên Şehbayê ketine pêngaveke ku yekem car bû li ser asta herêmê, navendên hilbijartinê deriyên xwe ji dengderan re vekir. nûnerên wan ên bi îradeya xwe ya azad û taybetmendiyên serbilindî û rûmetê li ser vê destkeftiya mezin ku berhema fikir û felsefeya RÊBER û ramanwerê mezin Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdên şoreşa tevgera azadiyê , diyar bû.Ev serkeftinek mezin weke roja jidayîkbûna azadî û demokrasiyê hat dîtin bawarî û girêdana bi projeya neteweya demoqratîk re bi rêya israra wan li ser serkeftina yekem a vê tecrubeya hilbijartinan Ya ku dê paşeroja Sûriyê ya nenavendî misoger bike .
Her wiha em ji Komîteya Amadekar a Hilbijartinan, çepemenî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ,meclis û komînan li kantonê, û komîteya ku çavdêriya hilbijartinan ji Helebê dikirn û hemû kesên ku di serkeftina van hilbijartinan de cih girtine, em spasiya xwe pêş kêşî wan dikin ..

Encamên hilbijartinê wiha bûn:
Bajarokê şêrewa: esûm hemedî – henîf sîdo

Bajarokê Til Rifet: fatme ibrahîm – reşîd fatko

Bajarokê Ehrez : îman toko – faroq sîdo

Bajarokê Ehdas: rozelîn koşen – hisîn ebdo sîdo

Bajarokê Fêfîn: gelewîş silêmen – mehmûd reşîd

Daxweyanî di bin dirûşmeya Jin Jiyan azadî ، bê serok Jiyan nabe ، şehîd namêrê bi dawî bû.

 

Back to top button