‘Bi pêşengtiya jina azad em ê dagirkeiyê têk bibin û civakeke demokratîk ava bikin’

Kongreya Star a Kantona Efrînê têkildarî serdana seroka Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan ji Almanya re daxuyanî da. Bi dehan jin li qada Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê kom bûn û pankartên ‘Binpêkirinên li Efrînê rawestînin’ bi zimanên Erebî, Kurdî û inglîzî hatibû nivîsandin hildan.
Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongera Star a Kantona Efrînê Fatme Lekto ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Ji bo raya giştî û jinên cîhanê, em weke jinên Efrînê binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê gel, dîrok û şaristaniya Efrînê şermezar dikin. Mirov, dar û kevir jî ji êrîşên Tirkiyeyê nefilitîn.
Artêşa Tirk di êrîşên xwe de li dijî Efrînê çekên Almanî bi kar anî. Bi sedan jin, zarok hatin kuştin û heta niha şênî ji ber keraseta koçberbûnê azaran dikşînin. Ji aliyê din jî artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê sivîlên ku li Efrînê mane de hovantirîn bipêkirinên zilum û çewsandinê pêk tînin. ArtêşaTirk bi zanabûn demografiya herêmê diguhere, şêniyan koçber dike û mal û milkên wan talan dike. Roj bi roj kirinên xwe der heqê jinan de zêde dike.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve û heta niha bi dehan civîn di bin nave çarseriya aloziya Sûriyeyê tên li darxistin. Lê piştî her civînek êrîş zêde dibin û planên dagirkirina xaka Sûriyeyê mezin dibin.
Em weke jinên Efrînê serdana Erdogan ji Almanya re di vê demê de qebûl nakin. Em bang li jinên civaka alman û cîhanê dikin, zêdekirina azarên sivîlan li Sûriyeyê qebûl nekin û hewl bidin bi awayekî cidî bipêkirin û êrîşên dagirkera Tirk li Efrînê rawestînin.
Em ji tevahiya cîhanê re tekez dikin ku bi rêveberiya jina azad û demokratîk em ê zihniyeta faşîst û dagiker tune bikin û em ê civakek demokratîk ava bikin(biafrînin).”
(ANHA)