ArşîvÇalakîNûçe

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xweyî 3emîn li darxist

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi 540 delegeyan li hev kom bû.

3`yemîn Kongreya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Ictihat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in” bi beşdariya 540 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kir. Nûnerên êzidî û zeredeştiyê, Rêveberiya Xweseriya demokratîk û Kongra Star jî tev li kongreyê bûn.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Şêx Ebdullah Şêxo bi xêrhatina beşdaran kir û ji bo birêvebirina kongreyê, dîwanek ji 5 endaman hate avakirin.

Dûre hevserokên Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed El Xerzanî  bi xêrhatina mêvanan kirin.

Delal Xelîl balkişand ser taybetmendiyên ola îslamê di ronîkirina civakê de û got: “Ola Îslamê mîna olên din xizmetê ji mirovahiyê re dike, lê belê pergalên desthilatdar ol kirin mîna şûrekî di destê xwe de û ji cewherê wê dûr xistin.”

Delal diyar kir ku divê xîtaba rasteqîn a olan ku hevduqebûlkirin û merhemetê ji xwe re dike bingeh, serwer be.

El Xerzanî jî hêvî kir ku kongreya sêyemîn, bi qebûlkirina nêrînên cuda bibe xaleke guhertinê.

Çav li rê ye cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo biaxivin.

Rîhan Loqo’  diyar kir ku hemû oldarên  li vê qadê amede ne ku têkoşîneke mezin dane meşandin  bi taybet bi armanceke mezin û  bi hişmendiykê xurt îro li bakur u rojholata surî di rojekî dîrok de ku tevahî herêmê bakur û rojhilatên suryeyê  bi armanca avakirina islamekê demokratîk  bi armanca civakekê exlaqî  û polotîk bi armanca  avakirina jiyanekî aşîtî, aramî, wekhevî ,biratî li vir amade ne bi rêzdaî silav dikin.

Helbet têkoşîna bê navber ya ku kongra  islama demokratîk  ya ku di tevahî qadên jiyanê de dane meşandin ji bo civakekê demokrat civakekê wekhev encamên tekoşîna kongra islama  demokratîk îro kombûna weyî bi serfirazî hatiye li dar xistin, dema ku em qala islama demokratîk dikin helbet di pileya yekê de hezkirin biratî aşîtî wekhevî tê bîra mirov her wiha dema ku niha mirov li rojhilata navîn dinere û mirov li dîroka rojhlata navîn dinere mirov cudabûnekê dibîne ku  di dîrokê de rojhilata navîn dergûşa mirovahiyê ye rojhilata navîn dergûşa ol û baweriya ne lê belê dewletên desthilatdar dewletên dagirker dewletên nejatperest hişmendiya olperest zanistperest ev yek  bi hişmendiyekê hişk xwestin ku civaka rojhilata navîn ya dewlemend parçe bikin lê belê kongra islama demokratîk îro kombûna wê kombûnekî dîrokî ye û pîroze erkê mezin ewe ku li hemberî êrîşên li ser jinan qirkirina jinan dîrok û nasnameya jinan emê bê helwest nebînin hêviyê me di kongra islama demokratîk evin.

Her wiha dê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî olên îbrahîmî, peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK`ê ku ji kongreyê re hatiye şandin, rapora salê û rêziknameya kongreyê bên xwendin. Di dawiyê de hevserokatiya kongrê bê hilbijartin.

Related Articles

Back to top button