DaxuyanîNûçe

Kongra Star û mala jin  kuştinên jinan şermezar dike û daxwaza hesab pirsînê dike.

Kongra Star û mala jin  sûcên li dijî jinan tên kirin şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo şikandina hişmendiiya paşverû wê bê helwest nemînin.

Bi vê boneyê daxuyaniyek li ber navenda mala jin a bajarê Qamişlo bi zimanê erbebî ji aliyê endama rêvebir a mala jin Behiye murad,û bi zimanê kurdî endama rêvebir a Kongra Star a kantona Qamişlo  Iptisam Huseyîn ve hat xwendin .

Daxuyanî wihabû:

Di bin şert û mercên ku herêma me tê de jiyan dike, û hewldanên dijmin ê ku daixwaze îrada vî gelî di jiyaneke azad û wekhev de tune bike,  her weha  zihniyeta desthilatdar û kevneşopiyên paşferû yên ku li ser civakê serwer bûne û bi taybet  bandora xwe li ser pêşketin û zanebûna jinê kiriye  û hiştiye ku dûrî xwezaya xwe bikeve û bibe amûrek di destên zilamê serdest ku wê li gorî bercewendiyên xwe bi kar tine ji bo anîna zarokan û bazirganiyê.

Ji ber vê yekê jin bû qurbana vê hişmendiyê û rû bi rûyê hemû cureyên tundiyê tê, ji zewaca temen biçûk, zewaca bi zorê, tecawiz her weha kuştina jin ku bûye rêbazek li hember tekoşîn û berxwedana jinê li hember vê hişmendiyê.

Lê belê berxwedan û tekoşîna jin li hember tundî û koletiyê di herêma bakur û rojhilatê Sûriyê de, dengvedanek li ser asta herêmî û cîhanî da,  ev encam jî ji destkeftiyên şoreşa jinê hatiye bidestxistin.

Tevî  berxwedan, tekoşîn û bidestxistina destkeftiyên giranbûha, lê hîn gelek astengî , zehmetî, tirs, bêrolkirina jin di avakirina civakê de her weha kuştina jinan di bin nave şeref û namûsê de, girêdayî wê xwekuştin ku di cewhera xwe de sûcekî veşartiye bi destê zilamê serdest  pêk tê.

Ev bûyerên kuştina jinan ji ber sedemên cuda tên kirin ku di van rojên dawî de li bajarê Qamişlo jineke astengdar bi nave Necwa Mihemed tê xapandin û kuştin her weha jineke temen mezin bi

navê Emîna Ibrahîm ji ber diziyê hat kuştin, sedemên kuştinê çi bin, encam kuştina jin e, kuştina jin tê wateya kuştina jiyanê û kuştina berxwedan û tekoşîna wê ya dîrokî. Jin çavkaniya jiyana azad e, ji ber wê bê azadiya jinê , civak azad nabe û xweza xweşk nabe.

Piraniya caran kujerên jinan dadgehê dixapînin û hewil didin ku doze li gorî xwe bi encam bikin û azad rizgar bibin piştî ku rihekî dikujin û ji mafê wî rihî ye ku jiyan bike.Ji ber wê daxwaza me ku zagonên dadê li ser kujerên jinan pêk werin û cezayên herî giran li ser wan bê birîn.

Em jî wekî rêxistina jin li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin lê belê em ê xeta berxwedan û tekoşîna xwe bi felsefeya azadiya jin bilind bikin  li hember hişmendiya baviksalarî , ji  ber vê pêwîst e hemû tevger , sazî û rêxistinên jinan doza kuştina jinan bikin armanca xwe ya yekemîn da ku rê li ber van bûyeran bê giritn ji ber ku kuştina jinê kuştina jiyanê ye, pêwîst e em parastina jiyana xwe bikin her weha bangewaziya me ji kesên ku di dadgehê de bi karê dadê radibin bi erkê xwe rabin û cezayên herî giran li ser kujerên jinan pêk bînin.

 

Related Articles

Back to top button