DaxuyanîNûçe

Kongra Star Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz kir

Bi wesîleya 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Kongra Star li bajarê Qamişlo li ber navenda xwe a taxa Qidurbegê daxuyanek da

Bi wesîleya 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Kongra Star ev li tevahiya hizkiriyên zimanê kurdî proz kir û bi vê munasebeyê daxuyaniyek da ,daxuyanî ji aliyê mamoste Ayşê Ferho ve bi zimanê kurdî hat xwendin.

di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Di 15’ê Gulana sala 1932’an de bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan. li peytexta Sûriyê li şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatiye xwendin û nivîsandin.
Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî siyaseta qedexekirin, qirkirin û zextan hatiye. Têkoşînkirina me li hemberî vê siyaseta qirêj berdewam dike. Kovara Hawarê di geşedan û peşveçûna Zimanê Kurdî de roleke dîrokî ya herî girîng lîstiye. Kovara Hawarê ji sala 1932 haya 1943’an de 57 hejmarên bi zimanê latînî û Erebî weşandin. Lewra roja destpêka weşana Kovara Hawarê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejrandin û tê pîrozkirin.
Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê Kurd di hemû qadên civakê de xwe bi rêxistin kir, sazî, meclîs, komîn dane avakirin. Her wiha şoreşa Zimanê Kurdî bû xebata herî sereke di nava civakê de, her weke din hemû pêkaheteyên li herêmê jiyan dikin perwerdeya metrialyan (Seretayî, navîn, amadehî, peymangeh û xwendina bilind) bi zimanê xwe yên zikmakî dibînin (ereb, armenî, aşorî û hwd).
Piştî deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê perwerdehiyê ve gel hêza hebûna nasnameyên xwe nîşan dan.
di dawiya daxuyaniyê de , Kongra Star Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz kir, her wiha got,em bangawaziya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên Mirovan a cîhanê, û rêxistina mafê zarokan (UNISF) dikin, ku bi helwesteke exlaqî û cidî ji bo parastina mafên zarokan bi taybet zarokên koçber bûne. Li hemberî dewleta Tirk û hevakarên wê sekna xwe nîşan bidin da ku xwendekar û zarokên koçber vegerin herêmên xwe û perwerdeyên xwe bi zimanê dayîkê yê zikmakî li cihên bav û kalan bibînin, her wiha zexta ku li ser zimanê me were rakirin û zimanê Kurdî di nava zimanên navneteweyî de bibe zimaneke fermî ya perwerdehiyê.

Related Articles

Back to top button