Arşîv

‘Di nava xebatên şaredariyê de jin rolek mezin dilîzin’

Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Şaredariya Serêkaniyê Cîhan Abdullah derbarê xebatên li şaredariyan diyar kir ku jin di nava xebatan de bi awayekî çalak cihên xwe digirin û got:”Bi rola xwe ya girîng jinan di warê pêşketina xebatan de gavên girîng avêtin. Em hewl didin ku çalakiya jinê heta dawî bidome.”
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di hemû qadan de cihê xwe girtin û ew derfet dîtin ku bi awayekî azad bijîn û xwe îfade bikin. Yek ji qada ku jin bi awayekî çalak lê dixebitin şaredarî ne. Têkildarî xebatên li şaredariyan û rola jinê ya di nava xebatan de Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Şaredariya Serêkaniyê Cîhan Abdullah anî ziman ku di destpêkê de beşdarbûna jina a di qada xebatên şaredariyê de kêm bûn lê niha bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe digirin û ev yek bandorek erênî li ser civakê jî dike.
Cîhan Abdullah bi lêv kir ku jin di qada xebatên şaredariyê de xwedî rolek girîng e û wiha got:”Jinên ku bi awayekî çalak di nava xebatên şaredariyê de cihên xwe digirin di nava projeyên wekî nûkirina Baxçeyê Şehîd Bêrîtan, vekirina çapxaneya ji bo jinê, amadekariyên ji bo zivistanê, xebatên paqijiya der û dorê û hwd. cihê xwe girtin. Jinên ku beşdarî nava xebatan dibûn bêtir baweriya wan pêş diket û li ser piyên xwe sekinîn. Ji bo jin li ser piyên xwe bisekinin divê her dem di nava çalakiyakê de bin.”
‘Di nava xebatên şaredariyê de jin rolek mezin dilîzin’
Cîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî:”Di nava xebatên şaredariyê de jin rolek mezin dilîzin. Bi rola xwe ya girîng jinan di warê pêşketina xebatan de gavên girîng avêtin. Em hewl didin ku çalakiya jinê heta dawî bidome. Di destpêkê de beşdarbûna jina a di qada xebatên şaredariyê de kêm bûn lê niha bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe digirin û ev yek bandorek erênî li ser civakê jî dike. Ji bo civakek pêşketî û serkeftî pêdivî ji çalakbûyin û xebata jinê heye.”
 (JINNEWS)
Back to top button