DaxuyanîNûçe

Heqî Karer Rihê min ê veşartiye

Di 18'ê Gulana sala 1977'an de yek ji hevalên kevirê bingehîn yê dîwarê şoreş û tevera azadiyê ku bi destê Stêrka Sor hate şehîd kirin.Haqî karer.

meclisa Kongra Star hevrê Haqî Kerer bi daxuyaniyek niviskî bi bîr anî û di daxuyaniyê de behsa rêwîtiya şoreşa azadiyê ku bi dana gelek berdêl û şehîdan hatiye heya îro ,û wiha domkir:

Şehîd jîn û jiyanin, ew nirxên me yên herî giran bûhan e. Ew abîdeyên pîroz û egera hebûna me ne. Ew pêşengên rêya rastin. Ew heqîqeta mutlaq in. Ew felsefeya jiyana ezad in, ew mînaka girêdana axê ne, ew sembola berxwedanê ne.

Di 18’ê Gulana sala 1977’an de bi şahdeta hevrê Heqî Karer re xwestin darbeyekê li Tevgera Azadiyê bidin û şerekî qirêj û demdirêj di nav gelê Kurd û Tirk de derbixin, lê Rêbertî Got; “Heqî Karer Rihê min ê veşartiye.” Û li ser xeta wî partî da avakirin. Ji bo wê em dibêjin partiya PKK’ê Partiya Şehîdan e. Ji bo wê em dibêjin xwediyên partiyê yên rast şehîd  û Rêbertiye, em jî her tim di meha Gulanê de xwe berçav re derbas dikin û wekî roja partîbûn û bilindkirina têkoşînê digrin dest.

Wekî tê zanîn meşa me ya di xeta Rêber Apo û şehîdan de hertim em xurt kirin. Li ser bîranîn û mîrasa wan, îro bi milyonan keç û xortên vî welatî yên herî hêja li serê çiyan, li zîndan û bajaran de li berxwe didin. Ger îro ciwanên me li serê çiyan li hemberî çekên NATO’yê yên herî pêşketî li berxwedidin, di zîndanan de bi mehan dikevin gireva birçîbûnê û gav bigav em nêzî serkeftinê dibin, ev encama vî rihê pîroz e.

Belê meha Gulanê ji bo me banga berxwedan, fedaî û partîbûnê ye.

Di pêşengtiya şehîdan de, her meh, roj û saetê em dîroka lehengiyê dinivîsin. Meha Gulanê bi Şahdeta Hevrê Haqî Karer re mîladekî nû ji bo me da destpêkirin hevgirtina gelan, di pêşengtiya vî rihî de felsefe û paradîgmaya xwîşk û biratiya gela hat pêşxistin. Hevrê Heqî û Kemal Pîran bûn pêşeng û felsefeya têkoşîna hevgirtina gelan û xurtkirina eniya li dijî faşîzmê û ev 50. Sale partiya me PKK û PAJK di vê xetê de dimeşin.

Hevrêyên me yên wekî  Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmûd Zengîn û Necmî Öner di 17’ê Gulana 1982’an dan ser şopa wan li dijî dewleta faşîst a ku li zindana Amedê işkence li nirxên mirovahiyê dikir bedena xwe dan ber agir,

Di 16’ê Gulana sala 1997’an de,  dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê di serdegirtinên li Hewlerê de 83 hevrêyên me ku 50 ji wan birîndarbûn bûn, bi operasyoneke xayîn qetil kirin. Hevrê Hêvîdar, Hêlîn, Adar, Avyan, Şevîn, Peyam, Roza, Rûken Qaradaxî, Rewşen, Xenzad Hewlerî, Berxwedan Silêmanî û bi dehan hevrêyên me di vê êrîşa xayîn de şehîd bûn.  Ozan Mizgîn li dijî banga teslîmbûna dijminê sedsalê  di 11’ê Gulana 1992’an de bombeyê di bedena xwe de diteqîne û rihê jina Kurd a leheng û fedaîbûnê carekedin li dijî îxanetê nûjen dike.

Hevrê Şîrîn Elomholî li dijî rejîma Îranê ya paşverû, dijminê jinan û gelê Kurd înkar dike di dema têkoşîna azadiya jinan de ji aliyê rejîma Îranê ve dîl hatiye girtin û tevî gelek işkenceyên giran jî dev ji doza xwe ya azadiya jinan bernedaye û heya dawiyê li ber xwe daye. Nivîsa JIN, JIYAN, AZADÎ ya Şîrîn Elomholîyê ku li ser dîwarên zindanê nivîsandiye, ji bo hemû jinan bû felsefeya jiyana azad.

Di heman demê de pêşenga jina Kurd, leheng û sembola berxwedanê. Leyla Qasim jî di 13’ê Gulana 1974’an de bi çar hevrêyên xwe ve hat darvekirin û tevî işkenceyên giran rê neda û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand û bû xelekekî din jî li ser  kevneşopiya berxwedana jina Kurd pêşxist.

Di kesayeta van lehengên enternasyonal, Heqî Karer, Kemal Pîr û Ezîz Ereb de, îro felsefeya netewa demokratîk gav bigav jiyanî dibe. Di kesayetiya wan de Netewa Demokratîk gihiştiye van rojan û felsefeya Jin Jiyan Azadî li her çar aliyê cîhanê belav bû. Ev heval û hevrêyên pêşengên jiyana azad, wekhev û demokratîk in.

kongra star di dawiya daxuyaniya xwe de got ,şehîd ewin pêşengên me yên jiyanê û egera hebûna me û em soz didin ku heta dawiyê em ê li ser şûpa wan bimeşin û ji bo laîqê wan derbikevin, heta dawiyê em ê ked bidin û xewin û xeyalên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Û dibêjin Şehîd Namirin, ew jîn û jiyan in.

 

 

Back to top button