NûçeTenderûstî

civakek bi tendurust aql û hişmendiyek bi tendurust ,dibe ber bi civakeke azad

bi armanca perwerde kirina şagirtan ji bo bibin hêza jiyaneke bi tendirust ev demeke têne perwerde kirin

Li li camiya ferdos ya taxa Qenatsiwês a navçeya Qamişlo  dewreyek perwerdê ku ji aliyê komîta tenduristî ya Kongra Star bi navê Sorxwîn Celal ji 5 ê meha 4 an perwerde dest pê kiriye wê ev perwerde heyanî 12  rojan dom bike 70 ê  jin û 5 zilam di vê perwerdê de cih digrin .

di perwerdeyê  de deh rojan wane li ser lêdana sîrom û derziyan bû û  çar rojan jî  li ser hirmonatan bûn  du rojan jî li ser biyolojî ,bedena  jinê, pênc rojan jî li ser siyaseta tenduristî bû.

her wiha Mamosta bi navê  Firyal Ibrahim

hinekî li ser perwerdeyê axivî û got: me ev perwerde li ser navê Ş. Sorxwîn celal  vekir ya  rastî  kesê ku tevlî vê perwerdê bûne van kesan kedek mezin dan û pir kêfxweşin  ku  me ev perwerdeya tendurstî vekir li ser hemû tiştan weke sîrom lêdana derziyan hirmonat û her wekî din..  rasti ji me daye pêşiya xwe ku em sê perwerdeyê din ji vekin û di demê pêşde  emê bixin meriyetê de.

Herwiha şagirta bi navê Delîla Hesen jî li wêderê axivî ev got : despêkê sipasiya hemû mamostê xwe dikim ku bi mere gelekî ked dan bi rastî jî em  fêrî gelek tiştan bûne û ev perwerde jî ji mere geleki bi feydeye  ku em bawernameyên xwe  bistînin em bibin hêza çareseriyê ji nexweşî û tendurustiyê re  di pêşerojê de.

Di hean demê de şagirta bi navê Malva osê. hinekî qala perwerdê kir got. ev perwerdeya ku li vê taxê vebû gelekî jî em kêfxweş bûn em fêrî hemî cureyên derziyan cureyên dermanan  bûne  bi vî tiştî rastî jî em gelekî bi pêş ketin ,em bi hêvîne ku ev perwerde bidomin.

Back to top button