ÇalakîNûçe

Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî semîner tên dayîn

Li Şehbayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de çalakiyeke dayîna semîneran dest pê kir. Çalakî dê 3 rojan dewam bike.

Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest bi çalakiya konvedanê kir. Di çalakiyê de di nava 3 rojan de dê semîner li ser werin dayîn. 

Kon li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê hatiye vedan.

Di roja yekemîn a çalakiyê de ku şêniyên Şêrawa, Ehrezê, endamên TEV-DEM’ê, saziyên civaka sivîl beşdar bûn, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li ser wateya şehadetê da.

Semîner ji aliyê hevseroka Melcisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Xedîce Îbo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Emel Qehreman ve hate dayîn.

Di semînerê de ku bi boneya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) de hatiye dayîn, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin: “18’ê Gulanê (Roja Şehîdan) ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî û çarenûsî bû ku dê siberoja wê diyar bike. Ev roj ne ji rêzê ye, lê dîroka israra di şoreşgerî, serkeftin û têkbirina dijmin de nîşan dide.”

Beşdaran diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe dê dest ji têkoşînê bernedin.

Back to top button