Arşîv

Jinên Efrînê: Efrîn bi pêşengiya jin dê rizgar bibe

Kongreya Star a kantona Efrîna çalakiyên ku bi dirûşma “Efrîn an Efrîn” dabû destpêkirin” bi dawî kir. Di çalakiya roja dawî de tekezî li ser domandina têkoşîna ta rizgarkirina Efrînê hate kirin û hate gotin, Efrîn bi pêşengtiya jinan dê rizgar bibe.

Çalakiyên “Efrîn an Efrîn” ku bi pêşentiya Kongreya Star a kantona Efrînê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrwayê pêş du rojan hatibû destpêkirin, îro bi dawî bûn.

Ji navçeyên Fafîn û gundên wê, kampa Berxwedan û endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî herikîn bin konê çalakiyê.

Di çalakiya roja sêyemîn ango ya dawî de, piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan axaftin bi navê meclisa navçeya Fafînê, rêveberiya kampa Berxwedan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Kantona Efrînê hatin kirin.

Di axaftinan de, bal hate kişandin li ser berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wî û hate gotin, Berxwedana Serdemê di asta herî jor de didome û îsrara vegerê ya gelê Efrînê roj bi roj zêde dibe.

Kesên axivîne, destnîşan kirin ku civîn û diyalogên navdewletî yên bi navê “Çareserkirina aloziya Sûriyeyê” ku kurd û nûnerên Bakurê Sûriyeyê tê de neyên beşdarkirin wê ti encam negirin.

Di axaftinan de, girîngiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê hate destnîşankirin, her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê pêk bînin.

Axaftina dawî ya çalakiyê ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Fatima Silêman ve hate kirin. Fatima Silêman got: “Em ê nehêlin ku armancên dewleta Tirk a mayîna li Efrînê bighêje serî, bi îrade û rêxistinbûyîna xwe em ê jinên li Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û bila tevahî cîhan vê gotinê bibhîze, em ê li ber xwe bibin û têkoşîna xwe nesekinînin ta Efrînê rizgar bikin.”

Çalakî bi dirşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û jinên Efrînê bi dawî bû.

 

(ANHA)

Back to top button