Nûnerên 22 partî û tevgerên jinan civîneke çapemeniyê li dar xist û di kongreyê de tifaqek bi navêˊ Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ˊ ava kir. Da ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên 11 Hezîrana bê bin.
Di civîna çapemeniyê ya li avahiya PYDˊê ya Hesekê hatiye lidarxistin de daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş bi zimanê Erebî û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û Sofya Yûsif bi zimanê Suryanî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî ragihandina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya sala borî de û yasayên Meclisa Gelan a Demokratîk, di nav de yasaya şaredariyan û yasaya hilbijartinê ya girêdayî wê û yasayên îdarî, Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyarkirina roja 11’ê Hezîranê weke roja hilbijartinên şaredariyan li 7 kantonan ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê em, partî, rêxistin û tevgerên jinan ev danezan îmze kir. Bi îradeya xwe ya azad û bi zanebûna xwezaya vê qonaxa hestiyar a ku em tê de dijîn û li seranserê welatê me û herêma me ya Sûriyê derbas dibe, radigihînin ku Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser dengvedaneke dîrokî ye.
Em ji bo pêşxistina sîstema demokratîk û xwerêveberiya herêmî û xweser a gelên xwe û ji bo şaredariyên ku bi saya nirxên civakî û jiyana komîn tê îfadekirin û yekparekirin, bibin mînak û veguhertina mînaka ku tê de nirxên civakî û jiyana komîn tê îfadekirin û yekparekirin, pêngaveke bi kalîte dibînin. Di hilbijartinan de em ê bibin şaredariyên demokratîk ku di xebata xwe de nirx û prensîbên bingehîn ên Hevpeymana Civakî ji xwe re bikin rêber û model û siyaseta demokratîk li ser esasê xurtkirina zihniyeta demokratîk esas bigirin.
Ev yek bi rêya van şaredariyên ku li dijî her cure zîhniyeta desthilatdar, navendî û mêrane pêk tê. Her wiha di rêya azadiya civakê, guhertin û veguhertina demokratîk û pêşxistina pergala hevserokatiyê de rola jinê ya rasteqîn û pêşengtî û pêşengtiya têkoşîna wê ye.
Em partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermenî… bi berpirsyarî erk û mafê xwe radigihînin, ku ev yek jî bi beşdarbûna bi hev re û bi rê ve birinê hişmendiya pêvajoya hilbijartinê nîşan dide.
Em bi hev re ji bo serkeftina wê û xurtkirina naveroka demokratîk a proseya hilbijartinê di hevalbendiya me de bixebitin.
Tifaqa me jî wê bi hemû îmkanên xwe ber bi rastiya xizmetguzariya pêşketî ya ku li ser esasê avakirina civakeke azad, demokratîk, ekolojîk a bi pêşengiya jinê hatiye avakirin û her tiştê ku rê li ber xwerêveberî, aboriya civakê vedike, xurtir bike. Jîngeheke saxlem ava bike. Tevî zor û zehmetiyan em ji aliyên cuda ve rû bi rû dimînin.
Ji bo serkeftin û pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêkanîna ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em di nav hevbendiya xwe de (Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê) xalên bernameya xwe ya hilbijartinê radigihînin û ev in:
1- Xebat ji bo pêşxistina şaredariyên ku xwe bi rê ve dibin, berjewendî û daxwazên gel diyar dikin û ji serxwebûna îdarî, darayî û aborî ya muhtemel sûd werdigirin were kirin.
2- Xebat ji bo pêşxistina rastiya xizmetguzariyê bi avakirina şaredariyên ku li gorî stratejiyek bi kalîte kar bikin û bikarin bi awayekî zelal ji zehmetî û astengiyan derbas bibin were kirin.
3- Xebat ji bo pêşxistina dermankirineke radîkal ji bo deverên ku tûşî kêmbûna xizmetguzariyan dibin û kar bo dîtina çareyên lezgîn û muhtemel ji wan re were kirin.
4- Xebat ji bo pêşxistina dîplomasiya şaredariyan û berfirehkirina peywendiyên xwe di navbera şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû herêmên Sûriyê, herêm û cîhanê de; Ji bo zêdekirin û pêşvebirina rastiya karûbarê, pevguhertina ezmûnan û bidestxistina pêşkeftina domdar were kirin.
5- Xebat ji bo pêşxistina siyaseteke avaker ku malbatên şehîd, girtî û birîndarên şer ji hev cuda bike û pêdiviyên wan ên muhtemel pêk bîne were kirin.
6- Xebat ji bo gihandina şaredariyên ku ji pêşxistina projeyên jinan dest pê dikin û di destkeftiyên li qadên rêveberiya xweser de bi dest xistine rola xwe ya pêşengtiyê bilind bikin were kirin.
7- Xebat ji bo pêşxistina stratejiyeke taybet ji bo rûbirûbûn û sînordarkirina biyabanbûnê ya ku gefê li herêmên me dixwe, gihîştina jîngeheke ku ji qirêjiyê rizgar bibe û bihêzkirina girêdanên di navbera şaredariyên ekolojîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sazî û rêxistinên cihê yên ku li Sûriyê kar dikin, herêmê û cîhanê de were kirin.
8- Xebat li ser pêşxistina planên cîbecîkar ku armanca wan başkirina rastiya rêyên giştî û yên duyemîn e were kirin.
9- Xebat ji bo xurtkirin û pêşxistina kooperatîfên hilberîner ên weke stûna bingehîn a aboriya civakê û xwerêveberiyê bi armanca bidestxistina civakeke komunal a demokratîk wer kirin.
10- Ji bo pêşxistina planên bi bandor ên ku proje û veberhênanên ber bi enerjiya alternatîf ve dikişîne ku rastiya ekolojîk baştir dike bixebitin.
11- Xebat ji bo kêmkirina burokrasî û her tiştê ku rê li ber birêvebirina karûbarên welatiyan digire û danûstandinên wan ên rojane û xizmetguzariyê hêsan dike were kirin.
12- Xebat ji bo aktîvkirina rola berpirsyarî û çavdêriya gel ji aliyê encûmena şaredariyê ve û rûbirûbûna bûyerên gendeliyê bi lîstina rola hişyariyê ji bo şaredariyan û her wiha girtina tedbîran ji bo nehiştina wê were kirin.
13- Têkoşîna li hember diyardeya parsekiyê û xebat bi taybetî ji bo dîtina çareseriyên radîkal ji bo parastina zarokan û vekirina navendên taybet ji bo zarokan bê kirin.
14- Xebat ji bo pêşxistina kampanyayên daristanan û zêdekirina qadên kesk were kirin.
15- Xebat ji bo avakirina gundên model, ji nû ve nirxandina planên rêxistinî yên bajaran û teşwîqkirina berfirehkirina horizontî ya li wir were kirin.
16-Karkirina li gor rêgeza demokrasiya rasterast û peydakirina peywendiya di navbera şaredariyan û gel de, beşdariya wan di biryarên ku bandorê li wan dike de û piştgiriya wan ji bo kar û pêşxistina şaredariyan were kirin.
17- Xebat ji bo teşwîqkirin û çavdêrîkirina sermayeguzariyan bi armanca xizmetkirin û pêşxistina rastiya xizmetguzariyê were kirin.
Partî û rêxistinan îmze kirine ev in:
– Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)
– Kongra Star
– Partiya Sûriya Pêşerojê
– Kombûna Jinan a Zenûbiya
-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî)
– Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê.
– Partiya Muhafazakar
_Partiya Yekîtiya Suryan
– Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
-Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê
– Desthilata Netewî ya Erebî.
– Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê.
– Partiya Aşûrî ya Demokrat.
-Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye
– Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê.
– Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê.
– Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê.
– Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê.
– Civata Ermenîstanê.
– Tevgera Dadweriya Sivîl.
-Partiya Mîtînga Netewî ya Kurdistanê.
-Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat li Sûriyê.
Em teqez dikin ku di vê tifaqê de ji bo armancên ku me li jor destnîşan kirine bigihînin hemû hêza xwe. Em ê ji bo pêşxistina şaredariyên demokratîk û pêşxistina rastiya xizmetguzariyê bo gelê xwe li dijî hemû hewldanan bisekinin.”