Di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê çalakiya konvedanê ya 3 rojan li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdas li dar xist. Di roja 3’yan de beşdaran li perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan guhdar kir. Piştre endamê Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Hêvîn Reşîd semînerek bi navê “jina siyasetmedar” da. Di semînerê de bal li ser rola jinan di dîrokê de û pêşketina wan bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin.
Endama Komîteyên Parastinê yên kantonê Zekiye Fadil Sîdo semînerek bi navê “şerê şoreşgerî” da.
Piştre beşdaran teqezî bi girîngiya xebatê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo daxuyaniya bidawîbûna çalakiyê xwend.
Di daxuyaniyê de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat dayîn.