Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê tecîrda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina cezayên dispilînê li dijî wî li pêşiya navenda xwe ya li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamên Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star Lava Serhan û Xezal Hemîd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan di kîjan astê de ye naye zanîn, bi hincetan serlêdanên ji bo Rêber Abdullah Ocalan tên astengkirin. Li gorî peymana navbera dewlet û saziya CPT de, di xala 54ˊan de tê diyarkirin ku cihên ku girtî lê tên ragirtin, pêwîst e hewayê wê paqij be, ronahî hebe, mecala meş, spor û tevgerê were dayîn. Her wiha li gorî vê peymanê nabe ku bi awayekî demdirêj tecrîd were ferzkirin û bi demdirêj tevgera laş were astengdarkirin. Di peymanê de li gorî xala 63`an jî hatiye diyarkirin ku; pêwîst e mafên girtiyan yên têkîlî bi malbat û parêzeran re neyên astengkirin, têkîiiyên civakî neyên qutkirin, lê mixabin ne dewleta Tirk xalên vê peymanê pêk tîne, ne jî CPT li hember vê bêmafiyê helwest nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev yek dihêle mirov der barê rewaşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de gumanên pir mezin bijî. Her wiha tecrîda ku tê meşandin îşkenceyek fîzîkî, rihî û fikrî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star diyar kir ku bi van nêzîkatiyên dermirovî û nehiqûqî di serî de dewlata Tirk a dagirker, Konseya Ewrupa û CPT şermezar dikin. Pêwîst e CPT xalên peymana girtîgehan demildest pêk bîne. Meclisê bang li hemû sazî, dezgah, hiqûqnas û tenduristvanan kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pergala Îmraliyê helwestên cidî nîşan bidin.