Arşîv

‘Şoreşê pêşî li xebatên dîplomasiyê vekir’

Rêveberên xebatên dîplomasiyê di derbarê têkiliyên xwe yên bi derve re nirxandin kirin û gotin: “Berxwedana li ser axa Rojava hate pêşxistin, tev cîhan pê hesiya û behs dike.”

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re guherinên di dîrokê de mînakên wê nehatine dîtin derketin holê. Di aliyê siyasî, çand, aborî û civakî de di têkoşîna azadiya gelê Kurd de pêngavên girîng rave dikin. Di qada dîplomasiyê de jî berhem û destkeftiyên mezin bi xwe re aniye. Gelê Kurd ji bo cara yekem fikir û projeyên xwe bi cîhanê da nasîn û bi taybet jî bi têkîlî û hevkariya ku di nava gelan de pêşket. Ev hemu nîşan da ku di navbera gelan de jî dikare xebateke xurt a pêwendiyan çêbibe. Jinên Rojava mohra xwe li xebatên pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê jî xistin û bi vê yekê re şoreşa Rojava veguhestin nav tevahiya cîhanê. Bi vê mebestê endam û rêvebirên xebatên pêwendî û dîplomasiyê ji ajansa me re axivîn.

‘Îro li her derê Kurdistanê ruhê 19’ê Tirmehê tê jiyîn

Rêvebira Dîplomasiya TEV-DEM’ê Roza Tolhildandi wateya 19’ê Tîrmehê wiha vegot: “19’ê Tîrmehê ne tenê vejîna Rojava, şoreşa çar aliyên Kurdistanê û hemû netewên Rojhilata Navîne. Bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re, vejîna çar aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Destkeftiyên 19’ê Tîrmehê bû serkeftina tevahiya mirovahiyê. Rizgarkirina Rojava bi keda hemû gelan encam girt û ev jî ji bo gelê me bû moraleke mezin. Ev yek pratîkirina felsefeya azadiyêya Rêber Apo ye. Ji bo naskirina rastiya gelê Kurd bû pêngavek girîng. Diyar bû ku êdî gelê Kurd dikare ji bo xwe jî destketiyan pêş bixe û bi pêşxistina sîstema netewa demokratîk re serkeftinên xwe mayînde bike. Me sîstema xwe jî wek sîstema xweseriya demokratîk û netewa demokratîk bi nav kir. Ev yek ji bo derfetên ketin destên gelê Kurd bibin malê hemû mirovahiyê pir girîng bû.”

Roza bandora Şoreşê li ser danasîna têkoşîna gelê Kurd jî îfade kir û wiha got: “Şoreşê derfet avakir ku em bikaribin rastiya gelê xwe ji hemû cîhanê re bidin nasîn. Dîsa zemînê ku em bikaribin bi gelên din ên li heremê re pêwendiyên li ser bingeha demokrasiyê pêş bixin, avabûn. Vê yekê li dinyayê jî deng veda. Bi taybet piştî berxwedana Kobanê. Hêzên navnetewî jî mecbûr man ku rastiya me qebûl bikin.”

Roza diyar kir ku Şoreşa Rojava li çar parçeyên welat berdewam dike û wiha pê de çû: “Li ser feraseta netewa demokratîk em civaka xwe ji nû ve înşa dikin û xwe birêxistin dikin. Berxwedana li ser axa Rojava hate pêşxistin, tev cîhan pê hesiya û behs dike. Di vê mijarê de destek û piştgiriya sê aliyên din ên Kurdistanê hêjayî teqdîr û bîranînê ye. Bi vê wesîleyê ez wan jî silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. 19’ê Tîrmehê tenê li Rojava nema, derbasî aliyên dîtir ên Kurdistanê jî bû.”

Roza destnîşan kir ku di nava xebatên dîplomasiyê de cîh girtina jinan gelek giringe û wiha domand: “Wek jin jî di nava vê pêvajoyê de teybet jî di nava xebatên dîplomasî, parastin, beşên îdeolojî û rêxistinî de rola sereke me girt ser milên xwe. Jina Kurd di qada dîplomasiyê de nasnama xwe bi cîhanê re parve dike. Gelên cîhanê dîtin ku jina Kurd dikare serkêşiya hemû kar û xebatan bike.”

Roza serketinên di 4 salên şoreşê de bidestxistine jî wiha anî ziman “Emê serkeftinên hatine bidest xistin, di paradigmaya Rêber Apo û xeta şehîdan de biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ez cejna azadiyê 19’ê Tîrmehê li kesên ku niha di çeperên Minbicê de hemleyê pêş dixin, tevahî kesên ji bo înşakirina netewa demokratîk li ser xebatê ne, pîroz dikim. Projeyên me projeyên mirovahiyê ne. Li Rojhilata Navîn wê bibin ayîdê tevahiya gelan. Banga min ji ciwan û jinan re jî ewe ku hîna zêdetir di van xebatan de aktîf rol bigirin. Bikaribin ew pêwendiyên ku di navbera gelan de qut bibû li ser esasê exlaqê civaka xwezayî ava bikin.”

‘Xebatên dîplomasiyê hişmendiyeke civakî diguhere

Rêvebira Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongra Star, Fîdan Efrîn jî diyar kir ew li hember hişmendiya dewletê, civaka demokratîk pêş dixin û wiha domand: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye, ji ber ku jin roleke pir girîng daye ser milê xwe. Xebatên pêwendiyan ya Kongra Star jî di van 4 salan de gihîşte asteke bilind. Pênaseya ku ‘xebatên dîplomasiyê parastina berjewendiyên dewletan e’ bi feraseta netewa demokratîk bidin aliyekê. Dîplomasî hişmendiyeke civakî dixwaze. Di netewa demokratîk de xebatên dîplomasiyê hêzkirin û yekîtiya di nav netewan de dide avakirin. Rêxistinên ku di nava civakê de ne, bi taybet ên jin niha pêşengtiyê ji bo avakirina sîstema demokratîk dikin.”

Fîdan ji bo xwedîderketina jinan li xwebatên dîplomasiyê ji wiha got: “Divê em jin di hişmendiya heyî de guhertin û bikaribin yekîtiyê di nav netewan de çêbikin. Wek dîplomasiya Kongra Star em dixwazin ew hişmediya ‘Netew dijminê hevdu ne, di sîstemekê de tenê netewek dikare cihê xwe bigire’ van ferasetên derew derbas bikin û dîplomasiyê bi nêrina jinê pêşbixin.”

‘Em hewl didin sîstema dewletê derbas bikin

Fîdan da zanîn divê hemû pêkhate bi hev re xwedî li netewa demokratîk derkevin û wiha berdewam kir: “Em hewl didin ku di pêwendiyên xwe de sîstema dewletger derbas bikin. Di Rojava û Rojhilata Navîn de têkoşîneke me ya bi vî rengî heye û encamên girîng jî têne girtin. Emê bikaribin her jinekê bikin xwedî nêrîn û hêz ku di civakê de em bikaribin bi hev re sîstema netewa demokratîk ava bikin. Wek Kongreya Star emê bi tevahiya pêkhate, sazî, rêxistinên civakî ên sivîl û partiyên siyasî re xebatên xwe bidin meşandin. Bi vî awayî emê bikaribin alternatîfeke mezin li hember sîstema kapîtal pêş bixin. Em xwedî îdayeke wihane, ku di vê salê de em bikaribin asta têkoşîna xwe ya dîplomasiyê derxin asteke pir bilind.

‘Em dixwazin neteweke demokratîk ava bikin

Endama Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongra Star Mekiye Hiso jî wiha axivî: “Em wek Tevgera azadiya jinê li Rojava bi salane xebatên xwe dimeşînin. Bi xebatên dîplomasiya Kongreya Star re jî em dikarin xwe bighihînin hemû civakan. Pêwendiyên me hem li hundir bi civakê re, hem jî bi netew û dewletan re pêş dikeve. Em hevdîtin bi sazî û pêkhateyên cuda re jî pêş dixin. Heya niha li Rojava bi rêxistinên Kurd, Ereb, Suriyan, Çeçen û Aşuriyan re hevdîtinên me yên girîng çêbûne. Bi teybet jî jinên ku cihê xwe di van rêxistinan de digrin, em bi wan re di nav pêwendiyeke baş de ne. Ji bo em bikaribin dengê jinan di şoreşê de bikin yek, xebatên baş hatin meşandin. Şoreşa me ne wek şoreşên dine. Ev şoreş li ser bingehên saxlem bilind bûye, me ji bingehê ve destpê kir. Me xwest em xwe bigihînin hemû jinan da ku dengê hemû jinan bixin dengê azadiyê. Wextê dengê jinê dibe yek ev hêz dide jinê.”

Mekiye da zanîn ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî têkoşîna xwe bilind bikin û wiha domand: “Pêwendî û xebatên Dîplomatîk ku em pêşdixin, ji her hêlê ve naşibe dîplomasiya netew-dewletê. Ji ber ku em dixwazin li ser hîmê netewa demokratîk xwe birêxistin bikin. Ji ber ku jin hertim aşîtî, wekhevî û jiyaneke hevbeş dixwaze. Em wek dîplomasî têkîliya xwe li ser esasên ku em bikaribin di navbera dewlet û civakan de aştî çêbikin. Bi daxwaz û çalakiyên xwe, me karî dengê xwe li cîhanê belav bikin. Em wek jinên Rojava dijîn li ser fikir û felsefeya azadiyê meşiyan. Em keda Rêber Apo ji bîr nakin. Wî hişt ku jin bigihîje ve astê û xwe birêve bibe. Felsefeya em li ser rabûna felsefeyeke aştiyane ye. Ji bo avakirina cîhaneke hevbeş û neteweke demokratîk e. Ev hemû bi îdeolojî û felsefa Rêbêr Apo pêş ketin. Em niha wek dîplomasiya Kongreya Star hemleya azadiya Rêber Apo dimeşînin.”

‘Şoreş bi Cewherê jinê pêşve diçe

Endama Pêwendiya YPJ’ê Sarya Efrînjî rola YPJ’ê û pêwendiyên wê di pêvajoya şoreşê de nirxand û got: “Bi xwesîleya 19’ê Tîrmehê, ez vê rojê li hemû şehîdên şoreşê, gelên me yê Rojava û hemû mirovahiyê pîroz dikim. Di pêşketina şoreşa Rojava de keda Rêber Apo ji bo pêşketina hişmendiya azadiyê û îradebûna jinê pir zedê ye. Di pêvajoya şoreşa Rojava de bi ramanên Rêber Apo û keda YPJ’ê re cîhanê hêza jinan nas kir. Ev jî bi bedelên pir giranbuha pêş ketin. Di berxwedana Kobanê de hevala Rêvan û Arîn li ber çavan in. Jinên Kurd nîşan dan ku îro li Rojhilata Navîn pêşengên şoreşê ne. Ew fikra ku jin nikare leşkeriyê bike, nikare pêşengtiyê bike, li Rojava bi keda YPJ’ê binket. Ev pêşengtî îro xwe wek Kongra Star xebatên rêxistinî û bi navê YPJ jî di qada leşkerî de berdewam dike. Şoreş bi cewherê jinê pêşve diçe. Bi vî rengî sîstema netewa demokratîk tê avakirin. Ger jin hêza xwe û cewhera xwe nas neke, wê nikaribe pêşengtiya şoreşê jî bike. Xebatên me yên dîplomasiyê di cîhanê de encama têkoşîna me ya di nav şoreşê de ye.”

‘Naskirina YPJ’ê di cîhanê de keda Şehîdan e

Sarya Efrîn wiha dirêjî da gotina xwe: “Ger îro li her derê cîhanê alên YPJ’ê tê rakirin, jinên cîhanê hemû navê jinên Kurd bi YPJ’ê nas dikin, ev bi keda şehîdên şoreşê û bi berxwedan û lehengiya jinên Kurd e. Îro xebatên tên meşandin di qada dîplomasiyê de, pêşketinên çêdibin, ne tenê pêşketinên şoreşa Rojava ye, ev pêşengtiya jina Kurd ji şoreşa mirovahiyê re ye. Em wek qada dîplomasiyê pêwendiyên xwe bi hemû pêkhate, partî, sazî û dewletan re pêş dixin. Kombûna hişmendiya serdest xwe bi navê DAIŞ’ê birêxistin kiriye, ne tenê ji bo gel û jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê xeteriyeke pir mezin e. Lewre pêwîstî heye ku ew tecrûbeya me wek YPJ’ê qezenc kiriye, bi hemû jinên cîhane re parve bikin. Em bikaribin wan jî hişyar bikin ku ew jî hêza di hundirê xwe de keşf bikin.

Parvekirina tecrûbeyan û rêxistinbûn tê wateya avakirina sîstema netewa demokratîk. Ji ber netewa demokratîk di nav xwe de mafê tevahiya pêkhate, cins, bawerî û her beşeke civakê wekhev dizane. Hedefa meya sereke jî rûnişkandina vê pergalê ye. Plan û projeyên me yên ku em van xebatan bi pêkhateyen din re hîn berfirehtir bikin, hene. Da ku em bikaribin ve sîstemêbikin malê cîhanê.”

‘Jiyanek hebe dê bi keda jinê be

Sarya wiha dom kir: “Jiyanek hebe wê bi cewhera jinê were jiyîn. Em serkeftinên xwe yên îro deyndarê hevalên xwe ên şehîdin. Yên di destpêka şoreşê de şehîdbûn heya yên li hamleya Bakûrê Reqayê û Minbicê şehîd bûn. Niha jî şervanên azadiyê li ber xwe didin û çeperan fireh dikin. Em deyndarên wan in. Emê jî wek xebatên pêwendiyan, asta têkoşîn û xebata xwe hîna xurtir bikin ku da xwedî li keda şehîden xwe derkevin. Careke din 19’ê Tîrmehê li hemû jinan, kesên ku ked di vê şoreşêde dane û didin, pîroz be.”

Gulan Botan-Civîn Girbawî

Back to top button