ÇalakîNûçeSlide

Şêniyên bajarê Amûdê li di-jî êrî-şên dewleta Tirk çalakiyên şermezarkirinê li darxistin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û banga kombûna hêzên leşkerî ji bo parastina herêmê û parastina destkeftiyên ku bi saya fedekariya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, hatin lidarxistin.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê êrîş birin li ser navçeya herêma Cezîrê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd bûn û 12 welatiyên bi birînên cuda birîndar bûn. Bi taybet piştî ku rayedarên wê gef li hilbijartinên şaredariyên herêmê kirin ku wê di 11’ê Hezîranê de bên lidarxistin.  bi vê mebestê gelê bajarê Amûdê ji bo helwest û hêrs û nerazîbûna xwe li dij van êrîşan bide der daketin qadan,li wir Endamê Înîsiyatîfa Gel a bajarê Amûdê Abdullah Kanaan axaftinek kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta serketinê da.

Meş bi qîrîna dirûşmên, “Na ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button