Meş ji dermanxaneya Deham a taxa Kornîş destpêkir û girseyê berê xwe da ber navenda netewên yekbûyî û di dema girse gihişt çiyê rawestîna çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê rawestiyan û di berdewamiya bernameya çalakiyê de.
endamê rêveber yê koordînasyona TEV DEM Şêro Mihemed Şero axaftinek li ser wateya vê çalakiyê kir û wiha got’
Şêro Mihemed eşkere kir ku . Dewleta Tirk a faşî li ser gelê me êrîşne faşîzana bi armanca qirkirina vî gelî bîne giştî dewletê ku heya niha bêdeng mane em ji wan daxwaz dikin vê bêdengiyê bişkînin Şêro Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de eşkere kir’
dîmokrasiya ku hatiye avakirin kar û xebatên ku di rojavayê kurdistanê de di rojava û Bakur û Rojhilatê Suryê de hatine çêkirin dimokrasiya gelan e ev dimokrasî li dewleta Tirk nexweş tê ,lewra êrîşî demokrasiya ku li ser biratiya gelan hatiye avakirin dike.
Şêro Mihemed di dawiya axaftina xwe wiha bi dawî kir,çiqasî dewleta Tirk êrîş bike em weke gelê kurd nahêlin ku derbasî ser vê axê bibe
Çalakî bi diruşmeya bijî Serok Apo bimre faşîzma Tirk bi dawî bû .