Arşîv
Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li navçeya Ehdas a Şehbayê civînek ji gel re li dar xist
Li Kantona Efrîn û Şehba ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li navçeya Ehdas a Şehbayê civiyan û namzetên xwe dan nasîn.
Welîd Dîngilî li ser navê hevbendiyê axivî û got: “Roja 11ˊê Hezîranê roja yekbûna Kurdan û azadiyê ye. Bi vê azadî û vînê em ê vegerin Efrînê.”
Her wiha Sureya Mistefa li ser navê hevbendiyê got: “Berê jin ne xwedî tu cureyeke azadiyê bûn. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî kesayeta pêşeng di tevahî aliyên jiyanê de ye.”
Şahî bi stranên erebî û kurdî bi dawî bû.