HevpeyvînNûçeSlide

Çareseriya Hemî Pirsgirêkan Bi Azadiya Fîzîkî Ya Rê-ber Oca-lan Re Pêkan e.

Rê-ber Abdullah Oc-alan ku 25 sale girtiye, tec-rîda giran ya li ser didome û 39 mehe tu agahî jê nayê girtin. Kampanya ji  bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Oc-alan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin her diçe mezin dibe.

Berdevka yekîtiya jinên ciwan Bêrîtan Roj der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, axivî û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê tecrîda li ser civakê,jinan jî rabe.”

wek tê zanîn ku di sala 1999 an de komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalak pêkhat ,lê belê ger em vê komployê bi giştî bigrin dest di şexsê Rêbertî de di despêkê de li hemberî gelê kurd herwiha bi tevahiya gelê cîhanê yên ku xwe di bin siya fikir û felsefeya Rêber APO de xwe bi rêxistin dike de ye ,herwiha li girtîgeha Îmralî tecrîdeke girankirî li ser Rêbertî tê meşandin ku ev demeke ne bi parêzerê xwere nejî bi malbata xwere hevdîtin nake ji hemû derfetên jiyanê hatiyê mehrûmkirin û tecrîdkirin ,di cihekî teng de ku hertiştek lê qedexekiriye û dem bi dem cezayê displînê lê tê birîn di bin navê hincetên cur bi cur armanca dewleta Tirk ewe ku gel û Rêbertiyê ji hev veqetîne ,lê belê ger em vê rastiyê bigrin dest ku di zagonên navdewletî û cîhanî bi giştî de jî ev şêwaz tineye lewra ev ne ji mafê tu dewletê ye ku van kiryaran bike lê belê dewleta Tirk her cure şêwazê tecrîdê li ser Rêberê gelekî dide meşandin

Bêrîtan di berdewamiya Axaftina xwe de wiha got’ya rastî dewletên navnetewî û bi taybet dewleta Tirk wiha dizanî ku bi vê komployê wê têkoşîna gel rawestîne û vîna wî bişkîne ,wê şervanê azadiyê bê hêz bike ,û şerê wî yê ji bo azadiyê rawestîne ,lê belê fedayîyên azadiyê bûn xwedî bertekên bêhempa li dijî komploya li ser Rêbertî ku bûn xwedî bertekên pir mezin û xelekên ji agir bi diruşmeyên ku Kes Nikare Roja Me Tarî Bike gelek çalakiyên canbexşane hatin kirin û xwe kirin xelekên ji agir li dora Rêbertiya xwe .

Bêrîtan Roj di axaftina xwede destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji vê tecrîdê ku ewana her şêwazê işkencê li ser Rêbertî dan meşandin nekarî rih ramana wî lewaz bikin û di hêza berxwedaniyê de nekarîn gav pê paşdebidin avêtin ,ev carjî bi vê tecrîdê dixwazin Rêbertî di warê fizîkî de tune bikin û birizînin ew wer difikirin ku incex bi vî rengî gel ,jin û ciwann ji Rêbertiya wî qut bikin û têkoşîna azadiyê tesfiye bikin û biqedînin lê nekarîn.

Endama rêveber a yekîtiya jinên ciwanan Bêrîtan Roj  di axaftina xwede bal kişand ser rola ciwanan û got ku di pêşdebirina şoreşan de rola jin û ciwanan ya herî girîng û serekeye ji ber ku şoreş xwe bi rihê ciwantiyê ava dike li beranber her rengê dij şoreşan rediweste,ji ber ku şoreşek ger jin û ciwanên wê bi rêxistinkirîbin ew şoreşek wê bi ser bikeve û dijmin jî wê her jê bi tirs be ji berku dizanin ew şoreş xwediyê hêzeke wiha ku wê ticar neyê şikandin her ku diçe hêza xwe diwelidîne,ji bo wê jî sîstema serdest û hişmendiya kapîtalîst bi her cureyên şerê taybet li ser jin û ciwanan dide meşandin daku heq ji binxistina hêza wan derkeve ku bi vî rêbazî karibin şoreşa gelan bişkînin û bi tenê cîhanê bikin a xwe. Lê em weke jinên ciwan ger me xwe di bîrdoziya azadiyê de kur kiribe û xwe di azadiyê de kilît kiribe ew dem tu hişmendî wê nikaribe hêza me qels bike ,lewra ciwan dikarin bi xwe rêxistinbûna xwe bi xwe perwerde kirina xwe ve li ser hîma paradîgmaya Rêber APO  ava bikin ,wê ev bibe helwest û sekna herî qahîm a li hember tecrîda li ser Rêbertî,wê ew dem ciwan bibe hêza bersivdayîna hemî êrîşên ku li ser nirx û destkeftiyên vê şoreşê tê kirin ,lewra a girîng li vir ewe her çendî Rêbertî bi fizîkî ne li ba meye lê emê wî di fikir û jiyana xwede kêlî bi kêlî bidin jiyan kirin û ne tenê li Rojavayê kurdistanê lê belê li Rojhilata Navîn û cîhanê em hewil didin xwe bighînin her jinekê û her ciwanekê da ku bê rêxistin nemîne û bikaribe bibe ya xwe û bibe hêz.

Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwanan Bêrîtan Roj  di dawiya axaftina xwede îşaret bi kampanyaya ku li 74 welatan bi diruşmeya ji Ocalan re azadiya fîzîkî ,ji prsgirêka kurd re çareseriya siyasî hatibû despêkirin kir û got’ ku van welatan ev kampaniya ku despêkirine ji berku ewan jî hebûna xwe di hebûn û jiyankirina paradîgmaya Ocalan a ji bo wekhevî ,azadî û mafê hemû gelan û pêkhateyan de dîtin lewra bi yek dengî û yek helwestî ev kampaniya ragihandin ku hîn ev kampaniya berdewam e û wê heya azadiya  Rêber Ocalan berdewam be .

Related Articles

Back to top button