Arşîv

Dewreya Akademiya Jinên Sûriyeyê li Reqayê bi dawî bû

Akademiya Jinên Sûriyeyê li gundê Tişrîn ê bajarê Reqayê pêncemîn dewreya xwe bi navê Dewreya Şehîd Perwîn ku 37 jin beşdarî wê bûbûn, îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Di çarçoveya xebatên birêxistinkirina jinên herêma Reqa û pêşxistina hişmendiya wan de, Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyên perwerdekirina jinan didomîne. Akademiyê di 1’ê Îlonê de pêncemîn dewreya perwerdekirina jinan bi navê Dewreya Şehîd Perwîn dest pê kir. Di dewreyê de 37 endamên jinên sazî û deste û meclisên herêmî yên bajarê Dêrazorê, El-Besîra, El-Keramê û hin deverên din ên Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di dewreyê de jinan waneyên wekî girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, dîroka jinan, neteweya demokratîk, şoreş û şoreşa Bakurê Sûriyeyê, parastina rewa, rastiya rêvebertiyê, hunera birêvebirinê û gelek waneyên din wergirtin.

Merasîma bidawîkirina Dewreya Şehîd Perwîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Akademiya Jinên Sûriyeyê Wefa El-Hisên û hevseroka meclisa gundê Tişrîn Fatme Hisên axivîn.

Di axaftinan de bidawîbûna dewreyê li hemû beşdaran hate pîrozkirin û serkeftin ji jinan re hate xwestin ku êdî karibin rêveberiya xwe di civakê de pêk bînin û hişmendiya xwe bi pêş bixin.

(ANHA)

Back to top button