Heya Serkeftinê Emê Dev Ji Têkoşîna Ji Bo Azadiya Rêber Ocalan Bernedin
zêdetirî sê salan tu agahî ji rewşa Rê*ber A-p-o nehatiye girtin her ku diçe li Îmralî tec-rîd girantir dibe ,jixwe di 25 ê adara 2021 an de pêwendiya herî dawî ya telefonê bi Rê-ber A*p*o re pêk hat ewjî kêmî pênc deqeyan bû pêre hatibû kirin û ji dervî wêjî heya niha pêwîndî pêk nehatiye .
Nûha Omer endama Insiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan’di heman mijar, de eşkere kir. Ku ev zagon û binpêkirnên ku îro di derhqê Rêber Apo de tên pêkanaîn ev ji dervî zagonên mirovahîyê ye ji xwe dema ku em li dewleta Tirk dinerin xwedî dîrokeke her dem bi dîmenekî kuştin û komkujiyan radixe ber çavên mirovan ,ji dîroka xwe de jî bi vî rengî tê naskirin û îrojî li ser Rêber Apo li Îmralî sîstemek işkencê,û tecrîdê tê meşandin lê gel li beranber van kiriyayan êdî xwe nikare ragire û daxwaza hevdîtinê bi Rêber APO re dike , parêzeran ev çend caran daxwaz dikin lê belê dewleta Tirk di nava bêdengiyê de ye û guh li van daxwaza nakin weke ku hate zanîn saziyên herî zêde bi rewşên girtîgehan re eleqedarin wek saziyên mafê mirovan û Komîteya li dij işkencê CPT ku beriya niha serdana îmraliyê kiribûn lê belê destûr nehat dayîn ku ew tu agahiyan ji girtîgehê di derbarê rewşa Ocalan û girtiyên din de ragihînin ev jî dibe sedema gumanan û metirsiyan,ku ev kiryar her berdewamin geh di bin navê cezayê displînê geh bi hincetên cur bi cur ku dike sedema girankirina tecrîdê û hewil didin ku wir bê nefes bikin û tu derfetên jiyanê nehêlin.
Endama insiyatîfa azadiya Rêber Ocalan Nûha Omer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya ku di bi diruşmeya ji Ocalan re azadî ji prsgirêka kurd re çareseriya siyasî di payiza 2023 li 74 welatan hatibû despêkirin kir û got’ ku ji wê demê û heya niha em dibînin gelek meş, çalakî, pilatform komcivîn, xwendina pirtûkên Rêbertî tên xwendin ,ev kampaniya ji dost û hevalên Rêber Ocalan û tevgera azadiyê ,ji rewşenbîr zaniyar ,akademîsyên,aktîvîst û çalakvanan ev kampaniya hat despêkirin bi vê kampaniyê isbat kirin ku azadiya mirovahiyê û gelan bi azadiya Rêber ocalan re pêkane . bi wê baweriyê ku fikir û felsefeya Rêber Apo îro çareseriya van pirsgirêkane, em jî wek însiyatîfa azadiya Rêber Apo ewqas xebat û çalakî hatin meşandin meş û hevdîtinên li ser asta cîhanî herwiha ji CPT daxwaza hevdîtinan bi Rêber Apo re bê kirin,û weke komkirina îmzeyam a ku di 9ê Sibata îsal de hat destpêkirin û di 4ê Nîsanê de jî hat bi dawîkirin ji xwe ev îmze li ser asata Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin komkirin ev ne cara yekemîne em van xebatan didin meşandin berî niha jî 2023 an de dîse xebatek bi vî rengî di nava gel de hat destpêkirin cara yekemîn ji bo CPT bû ji xwe ev îmze radestî CPT hatin kirin lê bersivên wan lewaz bû ne weke komîteyek serbixwe yanî heyanî ku dewleta Tirk destûr nede ew nikarin rewşa Rêbertî eşkere bikin û ji xwe îmzeyên me yê vê dawiyê jî yê Sibata 2024 an de vê carê me ji bo yekîtiya ewropayê îmze komkirin,herwiha emê berê xwe bidin hemû cihên elaqedar ji xwe niha ev xebat hatiye bidawîkirin lê wek ku şande di pêşerojê de tê hazirkirin wê derbasî meclisa yekîtiya ewropayê bibin û wê encamê komkirina îmzeyan radestî wan jî bê kirin yanî belkî ewqas bersivên xurt û tiştên em dixwazin nayê dayîn lê armanca me ji vê yekê eve her tim em wan bixin bin zextekê daku êdî ewjî bi erkê xwe ve rabin , ji ber vê yekê xebatên me wê her dem berdewam bin û li kêleka van xebatan me berî demakê jî nameyên vekirî ji 8 dewletan re hatin şandin ,ji xwe çarçoveya wê nameyê gelek aliyên xwe hebûn û ji wan jî bal dihat kişandin li ser dîroka Tirk ku Komkujiyên di derheqê mirovahiyê de pêktîne de ye.
Endama Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer wiha dawî li gotina xwe anî û got’ me serdana partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir li gorî nêrîn û pêşinyarên ku derketin pêş me berê xwe da dewletên Rojilata Navîn , me name ji wanre jî şand lê me ew bersivên xurt negirt ,wekî din jî niha li pêşiya me wek însiyatîfa azadiya Rêber Apo xebatên me heye emê serdana rûsipiyên eşîra bikin hem saziyên Ol û baweriyan herwiha dêr û kinîse û pêkhateyên li Bakur û Rojhilata sûriyê wek Ermen , Xiristiyan ,Aşûr , Suryan ev gelên ku di dîroka xwede herdem bi zor û komkujiyan re rû bi rû hatine lewra erka vanpêkhatên li herêmê dijîn jî ji bo jiyaneke bi aram bijîn pêwîstî bi vê heya ku li dijî binpêkirinên ku îro Dewleta Tirk di derheqê mirovahiyê de pêk tîne de rawestin.