AdaletNûçeSlide

Cezayê heta hetayê ji bo kujerê 3 kesên li bajarê Minbicê hat birîn

Rêveberiya Platforma Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 3 cînayetan cezayê heta hetayê birî.

Îro Rêveberiya Platforma Meclisa Dada Civakî li parêzgeha Minbicê, ji bo tawanbarên (Cîhad El-Elûş) ku bi 3 kuştinên jin û mêr li mala wan a li pişt şîrketa elektrîkê (Yasîn El xelawî û hevjîna wî Esra El zahir ) , û laşên wan şewitandine, tê sûcdarkirin, rûniştina dozê li hat dar xistin. tê gotin ku ji bilî Xelawî û hevjîna wî Esra El-Zahir kuştina şofêrê taksiyê li taxa El-Mazerlî bi navê (Hacî El-Obêd) ku;tine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 16ê Adarê de tometbar (Cîhad El-Elûş) girtibû û îtîrafên wî li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû.

Endamên Rêveberiya Platforma ku ji 38 kesan pêk tê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û malbatên qurbaniyan beşdarî rûniştina platformê bûn.

Beşdarvanan li rapora Serdozgeriya giştî guhdarî kirin, dîmenên mikurhatinên bersûc hat pêşandan û pişt re li dozgeriya şexsî guhdarî kirin.

Şandeya platformê guhdariya tometbaran kir, paşê nêrînên beşdarvanan hatin girtin û piştî ku sûcê tawanbar (Cîhad Elûş) hat îsbat kirin, Şandeya bi yekdengî di nav beşdaran de biryara xwe da û cezayê muebbet da.

Li gorî Komîsyonê, rûniştina platformê di çarçoveya avakirina rêgiriyê de ye ji bo her kesê ku biwêre tawanên ku civakê têk bibe û  aramiya herêmê têk bibe, beşeke ji hewlên ji bo parastina civakê û parastina aştiyê ewlekariyê ye.

Back to top button